Gelo Yekem Çîroka Modern a Kurdîya Kurmancî Kîjan e?

Gelo Yekem Çîroka Modern a Kurdîya Kurmancî Kîjan e?

Nivîskar: Ahmed KANÎ

 

Yekembûna di qadên cuda da, bo neteweyên bindest gelek girîng dixuyê. Ji ber ku wêje roleka girîng di modernîzebûna civakê û afirandina zimanekî netewî da dilîze, gelên bindest dixwazin vê mijarê derxin pêş.  Li ser vê yekembûnê gelek gengeşî têne kirin. Têgiha “modern” ji “moderne”ya zimanê fransizî hatîye, bi wateya nûjen e. Dema em dibêjin çîroka modern bi vê wateyê ya nûjen e. Di geşedana civakê da wêje, ji bo modernîzebûna civakê û ji bo afirandina zimanekî netewî roleka bêhempa dilîze.

Wek mînak dema em bi pey pirsa “Gelo yekem çîroka modern a Kurdîya Kurmancî kîjan e?”bikevin, em ê bibînin ku hewldanên cuda cuda di vê warê da hene. Di “Antolojîya Çîrokên Kurdî” da, ku ji alîyên Weşanên Nûdemê ve, bi amadekirina Firat Cewerî di 2003yan da hatîye weşandin, da “Çîroka Mem û Zînê”, ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ku di 1856an da hatîye çapkirin, wek çîroka yekem a Kurdî tê qebûl kirin. Li ser vê mijarê wiha nivîsîye: “Gava mirov dîroka hunera çîrokê li ber çavan digire û çîroka vê antolojiyê ya pêşî digihîne sala 1856an, rehetî û aramîyek bi mirov re çêdibe.” (Antolojî, 2003:37) Di çapa duyem a vê antolojîyê da amadekar Firat Cewerî bo çîroka pêşî ya vê antolojîyê fikra xwe diguherîne û wîha dinivîse: “Gava mirov dîroka hunera çîrokê li ber çavan digire û çîroka vê antolojîyê ya pêşî digihîne sala 1913an, rehetî û aramiyek bi mirov re çêdibe.” (Antolojî, 2018:30)

Mînakeka balkêş ya din jî bo yekem çîroka modern a kurdî “NÛBAR”a Wezîrê Nadirî ye. Ev pirtûk ji heft çîrok û heşt helbestên nivîskar pêk hatîye. Em ê wek Koma Xwendinê ya Amedê vê pirtûkê di 17ê Nîsanê da li ser zoomê binirxînin. Dema me vê pirtûkê xwend, em di pêşgotina Mehmed Emîn Hêvîdarê ku berhemê ji tîpên Kirîlî latînîze kiriye, da rastî vê mijara “Yekem çîroka modern a Kurdîya Kurmancî” hatin. Paragrafa li ser vê mijarê wiha ye:

“Ji bo edebiyata Kurdî, bi taybetî jî ji bo Kurdiya Kurmancî, aliyê Wezîr ê herî balkêş, hîkayenûsiya wî ye. Li ser vê babetê ez dixwazim çend gotina bikim. Romana Kurmancî, di sala 1935an de bi navê Şivanê Kurmanca li Yêrêvanê derket. Di wan salan de, li Başûrê Kurdistanê di sala 1925an de bi Kurdiya Soranî berhema bi navê Le Xewma ya Cemîl Saîb derket. Ev berhem hinekî stûr e, ji ber wê yekê meriv nikare bibêje ku ew (öykü, story) e. Ancax meriv dikare Le Xewmayê wek romana kurt (kısa roman, novelette) bi nav bike. Ji hîkayeyê bêtir, nêzî romanê ye; çimkî hem stûr e, ango ji hîkayeyan dirêjtir e û ji aliyên din ve hûnandin û vegotina wê, wê dike nêzîkê şiklê romanê. Çimkî hinek taybetmendiyên romana kurt, ango novelê hene. Divî warî de, komeleya Science Fiction and fantasy Writers of Amerikayê, dibêje ku li gorî me, novel, di navbera 17.500-40.000 kelîmeyî di xwe de dihewîne. Ji ber van xusûsiyetan meriv nikare bibêje ku Le Xewma ne hîkaye ye û ne jî roman e. Di navbera van her du cûreyên edebî de dikeve nava novelê. Li aliye din, di sala 1913an de li Stenbolê di kovara Rojî Kurd de Fûad Temo bi navê “Çîrok” hîkayeyekê dinivîse. Jê re çîroka Şewêş jî tê gotin. Hinek kes dibêjin hîkayeya Fuat Temo di Kurdiya Kurmancî de, di hemû zaravayên Kurdî de çîroka yekemin e. Lê li gorî qenaeta min ev yekeminbûna wê ne rast e; çimkî, dema ku meriv wê dixwîne meriv dibine ku ji hîkayeyê bêtir dişibe xewrojkan (masal, çîrok, tale).

Ji aliyekî din de ku ev gelek muhîm e, çîroka F. Temo nîvco ye. Çimkî Fûad Temo bi xwe jî dibêje dawiya çîrokê heye. Lê belê, dawîya çîrokê, ango beşa wê ya din, ne di hejmara Rojî Kurd a duyemîn de, ne jî di hejmara sêyemîn de derdikeve. Jixwe bi giştî, Rojî Kurd çar hejmaran derdikeve. Ji ber ku hal ev e, meriv nikare bibêje ku hîkayeyeke ku dişibe xewrojkan (dibe ku bi eslê xwe ew xewrojk be jî) û nîvco be, yanê dawîya wê tune be, jê re bibêje hîkayeya Kurdî ya yekemîn. Di dû van îzahan de, em werin ser hîkayeyên Wezîrê Nadirî. Di vê kitêbê de bi giştî 7 hîkaye hene. Dema ku meriv li hûnandina hîkayeyan dinêre, li vegotin û têkiliyên lehengan dinêre; meriv bi awayekî zelal û aşkere dibîne ku hîkayeyên W. Nadirî, hîkayeyên modern ên di asta Ewropayî de ne. Ji ber ku heta salên çapkirina vê kitêba bi navê Nûbarê, hîkayeyên modern nehatine nivîsandin, û ji ber îzahatên li jorê, loma ez dibêjim li gorî qenaeta min, hîkayeyên Wezîrê Nadirî; Yekem Hîkayeyên Modern ên Kurdiya Kurmancî ne. Çawa ku romana Kurdiya Kurmancî ya Yekemîn, ji hêla Qavqazê, ji nav Kurdên Ermenistanê derket, her wisa jî hîkayeyên modern ên bi şêwaza Ewrûpayî jî ji nav Kurdên Ermenistanê derketîye.” (Nadirî, 2016:15-16)

Em di van mînakan da dibînin ku fikra amadekarê Antolojiya Çîrokên Kurdi di navbera çapa yekem û duyem da (wek Beyazîdî û Temo) guherîye. Di mînaka dawîn da jî ji çîroka F. Temoyî ber bi çîrokên W. Nadirî ve (ji xwe W. Nadirî di antolojiya çîrokên Kurdî da cih jî negirtîye) guhertinek din çêdibe.

Wek encam em karin bibêjin ku heta sazîyên wêje û zimanê kurdî yên xwedî statûyek fermî û xurt tune bin, her nivîskarek kurd ku bi van karan ra serê xwe diêşîne, bi vê navlêkirina “yekemin”ê an ji bo çêbûna rehetkirin û aramkirinê an jî ji bo girîngî pêdana bi xebata wî/wê dê her di rojevê da bimîne.

Çavkanî

Antolojiya çîrokên kurdî (1856-20003) I, Amadekar: Firat Cewerî, Weşanên NÛDEMê Stenbol 2003//çapa duyem, Weşanên Avesta Stenbol 2018

Nadirî, Wezîrê. NÛBAR-YEKEMÎN HÎKAYEYÊN KURMANCÎ YÊN MODERN, Weşanxaneya Nûbiharê, Stenbol 2016...

14.04.2026

Xelat