Helbestvan û wêjevanê Kurd ELIYÊ HERÎRÎ (1010 - 1078)
Nivîs: Merwan Berekat
Eliyê Herîrî helbestvan û wêjevanê Kurd ê kilasîk e.Jêder û çavkaniyên ku di derbareya helbestvan û wêjevanên Kurd ên kilasîk de hatine nivîsandin li ser jiyana Eliyê Herîrî weha diyar dikin:
Eliyê Herîrî li gundê Herîrê yê girêdayî Şemdînanê di sala 1010an de ji dayîk bûye. Piştî ku 68 salan dijî, di sala 1078an de ji dinyayê koç dike û li gundê bav û bapîrên xwe Herîrê tê veşartin.
Ji aliyekî din ve, ``Diktor Bileç Şêrgo di pirtûka xwe``Elqediye Elkurdiye`` de dibêje: Eliyê Herîrî di sala 1009an ê zayînê, hevberî 400î mişextî (koçî) li Hêşeta (qeseba) Herîrê ya li Hewlêrê ji dayik bûye``.
Dîroknasê Kurd Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe ya bi navê (Xulaset Tarîx Kurd We Kurdistan Min Eqdem El´usûr El tarîxîye Hete El An de dibêje: ``Eliyê Herîrî ji xelkê gundê Dêra Herîrê yê ku dikeve navça Hewlêrê ye. Vêca di
pirtûka xwe ya bi navê (Navdarên Kurd û Kurdistanê Di Çerxê
Misilmantiyê De) dibêje: Herîrî ji helbestvanên Kurd ên navdar ên kevn e, li Şemdînanê di navbera salên (400 - 471)ê mişextî de jîya ye. Hevçerxê Firdewsî xwedanê Şehnamê bûye.
Mîr Celadet Bedirxan bi navê xwe yê nepen ``Herekol Azîzan`` di gotareke xwe bi navê ``Kilasîkên Me``, di kovara Hawarê, hejmara 33an de belav kiriye, têde li ser Eliyê Herîrî weha dibêje: ``Di nav hozanvanên Kurmanc de yên ku piştî islametiyê rabûyîne û bi Kurmancî nivîsandine yê pêşin Elî Herîrî ye``.
Di encamê de, em dikarin bibêjin ku helbestvanê Kurd Eliyê Herîrî ji gundê Herîrê yê bi ser Şemdînana
Hekariyayê ve ye. Helbestên xwe bi kurdiya Kurmancî nivîsandine. Lê hin kesên ku li ser jiyana wî nivîsandine, diyar dikin ku Eliyê Herîrî ji gundê Herîrê yê Dêr Herîr,
li navçeya Şeqlawe ya bi ser bajarê Hewlêrê ve ye.
Nakokiyeke din jî di derbareya sala jidayîkbûna Eliyê Herîrî de heye ew jî ev e: Hin diyar dikin ku di sala 1010an de ji dayî bûye, hin jî diyar dikin ku di sala 1009an de ji dayîk
bûye.
Helbestek ji yên Eliyê Herîrî:
Perîzade tu wa hatî
Li ser çavên di min şala
Me lew zanî tu wa hatî
Ji dengê tewq û xirxala
Ji dengê bazin û zendan
Nema eqlê eqilmendan
Hindî min got sî û çendan
Tu çêtir bûy ji hevala
Tu çêtir bûy ji Leylayê
Şirîntir bûy ji Zuleyxayê
Mem û Zîn herdu yektayê
Siyazulfî kirim tala
Siyazulfê tu natirsî
Ji ehwalê me napirsî
Mubarek bit te ew kursî
Tu rwînî guh de ebdala
Tu rwînê guh bide beytê
Li pêş î tu wekî zeytê
Disojit meclisa mey tê
Wekî pwîşê li kendalan
Wekî tevnûs bê perwan im
Dixwim sondê cuda nabim
Hezîn im ez qet têr nabim
Ji dîdara xet û xala
Li dîdara te ez Zîn kem
Heta kengî ruh tê tenk kem
Keser bûm carekê bîn kem
Xwudana tit û destmal
Xwudana tit û cebhet bî
Xerac û erd û qîmet bî
Dîdar te bi mi qîmet bî
Li ´îd û çejn û sersala
Ewel kar û kesê min tu yî
Yeqîn firna dersê min tu yî
Kesê min û besê min tu yî
Li zêr û mal û pirnala
Li zêr û mal û pirrenc im
Kesad im, sahib im, genc im
Li bajêra guhersenç im
Sefder dwîr e heta mala
Sefder dwîr e şebî tarî
Ey Elî û tu pir ra yî
Da bikeyn zikrê Cebarî
Belkî li me xwoş bit şala.
- 05. 2026
Xelat
