Keçkeke Efrînê di warê ciwankariyê de serkeftinek tomar kir

Keçkeke Efrînê di warê ciwankariyê de serkeftinek tomar kir

Keça Efrînî bi navê (Hêva Hisên) li welatê Brîtanyayê di warê ciwankariyê de serkeftinek tomar kir.

Di vê derbarê Hêva Hisên taybet ji Xelatê re Behsa xwe dike û dibêje: Navê min Hêva Hisên e, ez 26 salî me ji Rojavê Kurdistan ê , ji Efrînê me. Min heta asta bakaloryayê xwend, lê ji ber rewşa Efrînê min nekarî berdewam bikim. Ez di sala 2016an de hatim Ewropayê. Li vir Armanc û xwendina min dest pê kir, lê jiyanê ez xistim ber ceribandinên dijwar. Min sê salan dev ji xwendinê berda da ku tenduristiya dayika xwe biparêzim, ev serdem tijî zehmetî bû, lê ez bihêztir û sebir kirim.

Hêva xan dibêje: Piştî wê, ez bi hemû hêza xwe vegeriyam da ku xewna xwe di warê kozmetîk û porê de bişopînim. Di destpêkê de zehmetî hebûn, lê hezkirina min a ji bo vê pîşeyê kir ku ez bêtir bixebitim, û min karî xwe îsbat bikim û di wê de serkeftî bibim. Lênihêrîna bedewiyê, paqijkirina çermê rû, şêwaz û xemilandina porê pîşeyek xweşik e û ez jê hez dikim. Ez spasiya her kesê ku alîkariya min kir ku ez bigihîjim xewna min û piştgirî da min.

Bi gotina Hêva wê demê sê salan bi awayekî xwebexş di nava Kurdên penaber ên li diyasporayê li Manşistir li Brîtanyayê re kar kir û xizmeta penaberan kiriye.

Xelat/ Roşîn Serêkanî