Kurdistan, dema ku nîştiman dibe qedera mirov

Kurdistan, dema ku nîştiman dibe qedera mirov

Nivîs: Îmad Ehmed

 

Berî jidayikbûnê, mirov ser bi tevahiya cîhanê ye, bê sînor, bê nav û bê nasname ye, lê gava ku çavên xwe li jiyanê vedike, cîhan hêdî hêdî dikeve dilê wî û dibe welatê wî. Ev ne tenê veguherînek fîzîkî ye, lê veguherînek kûr a giyanî ye, rêwîtiyek ji bêkokbûnê ber bi kokbûnê ve, ji bêsernavbûnê ber bi nasnameyê ve ye.

Welat nefes e ku di navbera dîrok û hestê de diherike, axa ku mirov hembêz dike û di heman demê de wî difirîne ezmanê xeyalî.

Welat bi demê re reng û wateya xwe diguherîne, lê eslê wê wekî xwe dimîne. Di kêliya jidayikbûnê de, ew di singa dayikê de kom dibe, çavkaniya yekem a jiyan û nêzîkbûnê ku mirov pê re nas dibe. Di zarokatiyê de, ew dibe destê bav, hêz û ewlehiya ku me ji lerizîna bahozên jiyanê dûr dixe.

Di xortaniyê de, ew dibe evîna yar, mîna ku hemî bedewiya axê di yek awirekê de hatibe kom kirin. Dema ku em mezin dibin, welat dibe berhevkarê bîranînan û neynika ku em tê de rabirdûya xwe û neteweya xwe têde dibînin, heta di dawiyê de, di kêliya xatirxwestinê de, em diçin goristana pîroz ku dê dîsa me wekî hembêza dayikê hembêz bike, lê Kurdistan dê wekî xwe bimîne.

Ji aliyê felsefî ve, mirovekî bê kok bê nasname ye. Ger mirovek ji axa xwe were qutkirin, ew ê mîna darekî bê kok be ku bi bayê herî piçûk dikeve. Aqilmendan gotine, "Yê ku dîroka xwe nizanibe dê pêşeroja xwe winda bike."

Ev gotin li Kurdistanê wateyek kûrtir digire, ji ber ku dîroka vê axê ne tenê li ser rûpelên pirtûkan hatine nivîsandin, lê di heman demê de di dilê mirovan û li ser singê axê de bi xwîn û têkoşînê hatiye tomar kirin.

Ji bo min, welat ne tenê bîranînek ji rabirdûyê ye, belku "dema bihûrî, niha û pêşerojê" û navê wê Kurdistane . Ev nêzîkbûn di bajar û çiyayên me de kok digire.

Çiya û şax ji bo me ne tenê kevir û zinarin, belku şahidiya bêdeng a deman û parêzvanên rûmeta dîrokê ne.

Bajar jî, mîna Xaneqîn, manîfestoyên mayînê ye. Xaneqîn ne tenê bajarek e, belku dîrokeke zindî ye di xwîna me de. Dema ku hûn li Çemê Elwen dinêrin, hûn fêm dikin ka welat çawa dikare domdariyê di laşê çemekî de îfade bike. Elwen bi dilovaniya xwe çîroka çiyayan ji baxçeyan re vedibêje, ku bûne navendên aştî û nûjeniyê.

Eve ew felsefe ye ku dihêle gelê Kurd, li her deverê ku ew lê bin, dilê wan li ser qeraxên çeman û li ser lûtkeyên çiyayan lê bidê ye.

Di dawiyê de, welat ne perçeyek axê ye ku em xwediyê wê ne, belku em perçeyek ji wê axê ne.

Kurdistan trajediya hevpar û Newroz e ku ber bi paşerojek geş ve diçe. Parastina vê axê û bîranînên wê erkek exlaqî ye ku di stûyê hemî nifşên me de ye.

Welat ne perçeyek axê ye ku em xwediyê wê ne, belku em ew axe bi xwe ne. eger em Kurdistanê winda bikin, em ê ne tenê cihekî li ser nexşeyê winda bikin, belku em ê beşek ji dilê xwe winda bikin.

Kurdistan ew cih e ku jiyan di bîranînê de dest pê dike ye û berdewam dike, ew axa ku di xwîn û bîranînan de dijî, ne tenê di sînor û naverokê de.

Parastina Kurdistanê ne parastina axekê ye, ew parastina wateya hebûnê ye û xizmetkirina welêt (nîştîman) xizmetkirina dîroka me ya di pêşerojê de ye.

Bi kurtî: Nîştîman berî zayînê tevahiya cîhanê ye, piştî zayînê memkê dayikê ye, di zaroktiyê de destê bav e, di xortaniyê de evîna yarekê/î ye, di pîrbûnê de bîranîn in, di mirinê de gorîstane, lê belê ji bo min di hemû qonaxan de her KURDISTAN e.

 

Xelat/ Wergerandin: Dawûd Çîçek