`Rêwîtiya Min` a Firat Cewerî (Bîranîn) Derket!

`Rêwîtiya Min` a Firat Cewerî (Bîranîn) Derket!

Îsal 45 saliya nivîskariya Firat Cewerî ye. Kitêba Cewerî ya pêşî Êrîş dikin berî bi 45 salan derketiye.

Di rêwîtiya 45 salan de hejmara kitêbên ku wî nivîsandine û wergerandine jî digihîje 45an.

Bi vê minasebetê, Firat Cewerî, bi stîleke nû derdikeve hemberî me. Ew ji xwe dipirse û bersiva xwe dide. Ew tenê li ser nivîskariyê ranaweste, lê dest davêje gelek mijar û cihêrengiyên jiyanê.

Ji zaroktiyê heta xortaniyê, ji siyasetê heta evînê, ji felsefê heta maneya jiyanê, ji rewşenbîriyê heta berpirsiyariya rewşenbîran, ji edebiyatê heta rexneya wê, ji afirandinê heta dexsê, ji malbatê heta hevaltiyê, ji demokrasiyê heta dîktatoriyê, ji durûtiyê heta şelafiyê; bi kurtî ew li ser gelek babet û mijarên cihê radiweste û me dike şirîkê rêwîtiya xwe ya bêdawî.

 

Xelat