Neteweyek li ser kaxezê ji bo tevahiya Kurdistanê
Nivîs: Stran Ebdullah
Dema ku em bîranînên têkoşerên kevn dixwînin, em behsa yekane komara li Mehabadê, Komara Sûriyeyê ya dûr, şoreş, Dêrsim û Dîyarbekirê dikin. Hûn dixwînin ku girjbûna Mehabad,hawara Dîyarbekir û Dêrsimê dema ku Şêx Mehmûd serhildan kir û çar efser beşdarî tevgera Mukriyan bûn û li Bexdayê hatin îdamkirin çêbû. Qesid navê sê sînoran dide. Tê gotin ku Zebîhî beşdarî Jê Kafê bûye û li Qamîşloyê bi navê Erefat li ser sînorê du beşên Kurdistanê hatiye kuştin.
Dibêjin û tê gotin û tê nivîsandin û dibe ku nûçe sala dûvre gihêştibe. A niha li Silêmaniyê zindî ye, li Kobanî rasterast û Parîs, Berlîn, Nisêbîn, Xaneqîn, Duhok û Kerkukê êş yeke. Azadî hewesek e û cesaret pêşbaziyek di navbera ciwanên Kurd ên li çaraliyê cîhanê de ye.
Torên medyayên civakî û platformên ragihandinê şoreş çêkirine û kur û keçên ku Kurdperwer dikin bûne beşek sereke ya dîmena pêşbaziyê. Destpêkê bi xweberî, cesaret û teşwîqkirina neteweyî dest pê kir û niha bûye toreke berfireh a çalakî û bûyerên baş-rêxistinkirî.
Li Kerkûkê komeke û li Silêmaniyê kempîne û li Hewler û Duhokê druşm û niza û bangewaz û bihawarê ve çûne û li Rojava di çeperan de ne û li rojhilat jî, sebra şoreşgerî, li bakur, derbasbûna sînor, stran, sirûd û sed cûrê çalakiyên piştgiriyê ye. Dîmen pir zindî ne, bi xwîn, cil û berg û nûjeniyê kezî û pelk û cilk û afirandin di nimayîş û performansê de.
Ev nîşanên giştî ne, erê, ew nîşan û wêrekiya sembolîk in, ji ber ku îro cîhan manevrayek hêz, xweîfadekirin, xweferzkirinê ye û berî bexşandina xwînê xwendina sirûd û dua û îlahiyan e.
Heta bapîrên endamên cûrbecûr ên DAIŞê û neviyên wan jî tînin bîra xwe ku di 11ê Îlona 2001an de, çar balafir li sembola demokrasiyê (Kongres), sembola hêzê (Pentagon), sembola sermaye û aboriyê (Du Bircên New Yorkê) xistin û li sembola rumeta Amerîkayê (Koşka Spî) dan û wê demê jî weku niha Cezîre behsa wan dikir.
Çima DAIŞ henekê xwe bi keçên Kurd û dîplomasiyê, cilên Kurdî û cilên nerm û medenî yên Kurdî dike, dibêje ku ew nikarin tiştek bikin?
Vaye devok, sirûd û muzîka hemûyan tevlihev in û li Silêmaniyê, sêgoşeya Baban (Kîne Em?) ya Cegerxwîn dengekî bilind e. Eve çawa şoreşa neteweyî nîne, dema ku Qamîşlo dibêje (em Kurd in û em ê her Kurd bimînin) û ala Kurdistanê li ser hemû alan e?!
Digel wê jî de, di qadên Kurdistanê de, her sirudek û (nexşe û adetên Kurdanye). Li Kobanî şer û berxwedan heye. Li Eşrefiye û Şêxmeqsûd şanazî û kolnedan û dîlana berya şehadetê ye. Li Hesekê, ew li dijî artêşên Uygur û Çeçen û artêşa erebî Surî a Baasiyên kevin şer dike. Li Rojava, ew rêzbendî û rêzgirtina ji bo hevkariyê û karwanên alîkariyê ye. Di nava ew dîmenên qerebalix lê rengîn de, Pêşmerge û hesinkarekî Kerkûkî jî heye ku ocaqa Kawa gur kiriye. Şehîd Ehmed Hemîn Kerkûkî, xîretperwer û pîşe hesinkar û wêrek ku sînorê çêkirî yê Kurdistanê derbas kir û gihîşt qada şehîdbûnê û bi şahidî, şehîdbûn û qehremanî vegeriya Babagurgur ê.
Rêzkirina navê wî pir balkêş e û çend çîrokên pirrengiya Kurdî vedibêje: Bav (Hemin), ku eşkere ye ku tevgera neteweyî ya bi coş a bajarê bierebkirî de ev nav (Hemin) aram û aştîxwaz rewa kiriye. Çîroka rewa ya neteweyê kurê wî (Ehmed) vegerandiye ser heman rêya Kurdbûna bav û kalên xwe. îca ji ber ku (Hêmin)î û (Aramî) û bajarê pêkvejiyanê hertim di bexşandina xwînê de xelatek e û divê em ji bîr nekin ku gelek qehremanên me ên dine jî hene.
Heseke bi zaravayê xwe kurmancî ye û destxwîşka Duhokê ye bi pît û pênûs û nivîsîn hevzarê bakûr û Mako ye. Lêbelê, bi êş û azarên siyaseta erebkirinê û zinara erebî û nebûna nasnameyê, şirîkê azarên Kerkûk û Xaniqîne di sêgoşeya bierebkirin û Bassîkirin û koçkirina bi dare zorê û di çarenivîsa tesfîr de, Baasiyên herdu alî her Baase û wekî ku Seyid Kake dibêje ew weku kilaşên Hewramî ye ke çep û rastê wan nîne. Eflakiyên berê û terorîstên îroyîn hîn jî tî ne ji bo xwîna serê Kurd.
Çarenûsa Babagurgur her wisa ye ku ev tişt cidî ne, mêrxasî sembola wê ne û yan jî mêrxasiya rasteqîne her yeke û her leke û hawar û qêrîna wan: Yek Yeke Kurdistan Yeke.
Dehên berê di sedsala 20-an de, Ebdullah Goranê mezin di pesna Salimê Sahîbqran de mizgîniya hişyariya neteweyî dabû û gotibû:
Binû le qebreketa, musterîh be, ey Salim
Le tu kurdtire niha "nezan" heta "alim"!
Xelat
