Salona Kurdistanî Nwê mêvandariya `Baberûşe` kir

Salona Kurdistanî Nwê mêvandariya `Baberûşe` kir

Îro 9/5/2026 semînerek taybet ji bo hejmara duyemîn a kovara Baberûşe ku taybete bi mijara Enfalê û cenosîda gelê Kurd li salona Kurdistanî Nwê hat lidar xistin.

Baberûşe, navê çemekî ye li bajaroka Axceler ya ser bi navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê ye ku geliyekî kûre û tejî daristan bûne di sala 1988`an dema Enfal li wê deverê ji aliyê rêjîma Baas ve li dijî gelê kurd destpê kir xelekê wan gundan ji zarok û jin û pîr û kalan berê xwe dan Baberûşe lê nekarîn xwe ji Enfalê biparêzin û bi sedan kurd bi zindî hatin binaxkirin û kuştin kirin.

Hêjmarek nivîskar û şahidhalên Enfala Baberûş di semînerê de amadebûn û gelek çîrokên bi êş û azar hatin vegotin.

Foto: Heme Omer

Xelat