Şam û Heleb û Diyarbekir

Şam û Heleb û Diyarbekir

Nivîs: Konê Reş

 

Şam û Heleb, Diyarbekir: Ev strana ku di guhestina bûkan de tê gotin, straneke trajîdî ye.. Bûyera wê di Beriya Mêrdînê de rûdaye û li berî 200 salî vedigere..

Ew heyamê ku Beriya Mêrdînê xweş warê xezala bû.. Û xelkên wê bi tîr û kevan û riman diçûn nêçîra xezalan..Tiving kêm bûm.. Dibêjin; berî rojekê ji şokirina (daweta) xortekî ji gundekî ji gundên Beriya Mêrdînê, ew xort digel çend hevalên xwe, ji bo haziriya daweta xwe û xwarina mêvanan derdikevin nêçîra xezalan..

Bi peyketina kerîkî xezalan re, xortê zave, bi şaşî, bi rima hevalekî xwe tê kuştin.. Piştî Çar rojan ji kuştina wî xortî, xwîşka wî ya ku bi xortekî ji gundekî çiyayê Omerya re zewicî bû, bi serdanî tê gundê mala bavê xwe li Beriya Mêrdînê.. Dema digihêje gund û dibihîze ku birayê wê yê zave di roja berî şokirina xwe de (zewaca xwe) de hatiye kuştin, dike hawar û vê stranê davêje ser birayê xwe.

Ji kerba, dixwaze dengê wê di Şam, Heleb û Diyarbekir derkeve.. Min gotinên vê stranê ji hunermend Îmadê Darî girtiye:

Şam û Heleb, Diyarbekir

Kekê mino zave...

Rim hilanî.. Rim hilanî

Birakê mino zave

Rim hilanî.. Rim hilanî

Kekê mino zave..

Îro Çar roj dawet danî

Birakê mino zave

Tu zava bû min nizanî

Kekê mino zave

Xwîşka te hat bi mêvanî

Birakê mino zave..

Şam û Heleb, Diyarbekir

Kekê mino zave

Min bazara bedlê te kir

Birakê mino zave

Min jibîr kir, witî nekir

Kekê mino zave

Min dirût û te li xwe nekir

Birakê mino zave..

Rim hilanî.. Rim hilanî

Birakê mino zave

Şam û Heleb, Diyarbekir

Kekê mino zave...

-------

**Wêne: Ez û hunermendê gelêrî yê navdar rehmetî Abdulezîzê Temo

 

Xelat