DI KONEKÎ ŞÎNÊ DE
Nivîskar: Salihê Heydo
Di gelek caran de hişê mirov di hin tiştan û çîrok û pirsgirêkan nagihê,lê dîsa kesê jîr û aqilmend davêje vî alî û wî alî û baş di qehfê xwe de dibe û tîne di encamê de ji hev derdixe û digihêje wan tiştan.Lewra dema tiştek li ber çavên mere be yan deng jê derkeve û liv û tevgerra wî hebe êdî bi hesanî mere dizane ev çiye yan kiye yan ji kîderê ye???
Lê kesê bêhiş û bêtotik be çendî bide vî alî û wî alî qet nikare ji hev derxîne lewra qehfê serî vala ye û ne likare ji ber nikare kûr tê de bi rame û bihizire hema di ser re derbas dibe,di hingî de bobelata mezin û gosirmeta herî giran ji xwe û yên derdora xwe re tîne û heger qal li qalê dikeve xwe bi kesî jî nade ?
Lewra afrîde û kesên wilo raste tîp û tîtalên wan yên mirovane lê ew bi xwe ji dehbeyan jî bêhiştir in,na tu behwer bike belkî dehbe bi gelekî ji wan zîrektir û bi sirrêtir in! Mixabin e ku dehbe bi wan rengmirovan re bêne hevrûkirin û hildan!
Lewra di 3- 9-2025 an de danê êvarî ez li bin konê şîna Mihemd Salihê hecî i'merê Mi'o yê Badînî ji gundê Şemma bûm çiku nasiyek xurt û dostaniyek ji dil di nav me û malbatê hemî de heye û him jî em kirîvê hevin û ya ji hemî çêtir milletperwer û welatparêz in.
Şîna wî li Taxa Tilhecera Hesekê nêzîkî dêra Aşûriyan bû.Her wiha dema ez çûm kon ji milletên nas,dost û merivan tije û siksikî bû êdî rê û rêwanî tune bû û millet bi kom û refan dihatin şînê û sersaxiyê,her wiha em çar kes bi hev re derbasî konê sersaxiyê bûn gelekî bi rêz û rûmet pêşwaziya me bû û em li cihekî layiq bi rûniştin dan.Lewra her pênc xulekan qehweya tehil,çixare û şûşeyên ava qerrisî ji Şîngeran re pêşkêş dikirin û digerrandin.
Di dema rûniştina me de li ser kenbeyan du zilamên kurmanc jî bi hev re hatin li beramberî me rûniştin û me jî bi kurmancî xêrhatin di wan da û em rûniştî man ,lewra cillên min jî şal û şapik û şûtika kurdî bû,dîna min li wan zilamên bin kon hemûyan bû ku yek bi tenê jî cillên kurdî li wan tune bû û hemî bi qemîs û panteronên firencî û hin bi qat û bayin box û kêmek jî ji zilamên temendar bi kiras,çakêt û qetik û desmal bûn ku pirraniya kurmancên me nemaze yê temendar ew dikirin ber xwe .Her wiha carinan hin pirs ji min dibûn ji kesên kêlek û beramberî min û em hemî bi zimanê kurmanciya gewr bi hev re dipeyivîn.Kêliyek derbas bû çend zilam rabûn xatirê xwe ji malbata xwedanên şînê xwestin û rabûn çûn,lewra hinekî cihê me fire bû .Lewra piştî cihê me fire bû ji ber ku ew herdu zilamên beramberî min cihê wan hinekî teng bû û li ser kursiyên tazî û req rûniştî bûn min dît yek ji wan di dews rabû ser xwe û berê xwe da kêleka min û bi erebiyek şikestî bi min
re peyivî got: lew tismeh erîd ebruk hon.Yanî heger tu destûrê bide ez dixwazim li vê derê rûnêm.Min lê venegerrand
lê min hinekî rê jê re fire kir.Lê behwer bikin ji hêrsan re min nema xwe girt û min berê xwe dayê got:Keko tu dizane ez kurmanc im û dengê xeberdana me bi kurmancî dihate te û tu jî kurmanc e ma tu çima bi erebî bi min re peyivî û ev xelkên li bin kon rûniştî hemî kurd in ! Ma tu ji xwe re nabêje çi hey bextreş?! Dema min wilo got min dît bi şerm li min vegerran û got: Li min bibûre min nizanî bû ku tu kurmance!
Dema ev bersiv da min
hîn xurtir lê vegerrand û got: Baş e ma dengê min û kesên li dora min nedihate te ku em hemî bi hev re bi kurmancî
dipeyivîn?!û çaxa hûn derbas bûn min bi kurmancî xêrhatun di te û hevalê te da! Lewra ez dizanim tu bêhişike û tu ji hev dernaxîne ma çavên te jî kor in ku tu cil û bergên min î kurdî nabîne
De rabe ser xwe û li zilamên bin vî konî hemûyan binêre ku ji min pêve kes bi cillê kurdî heye?!
Lê xuya ye mejûyê te jî kême û bînahiya çavê te jî şikil û rengan ji hev dernaxîne ,Keko! Ma dê em kengî bîra dunyayê bibin?! Wax li nezanî,bexreşî û bêhişiya me be?!
Ez bi kurmancî pê re peyivîme û şal û şapikê kurdî li min in û ew kurmance û bi erebî bi min re dipeyive.De were û vî kerî di vî buhirrî re derbas ke!
Qey ev jî qirdê min e ku ez herin kîderê ilemen ez tiştekî seyr û balkêş bibînim yan jî ez li hin kesê bê totik û hov rast bêm! Weke vî kesê ku mejiyê min tev lihev kir û ez ji iyarê min derxitim.
Xelat
