Şerê Berazan Di Baxên Me De
Şerê Berazan Di Baxên Me De..... XELEKA -2
Nivîskar: Hozan Efrînî
Li vir pêwîste ku mirovê kurd baş hewil bide ku wê çi bike û wê çawa dîroka xwe ya berê çawa derbas bû ye, û ya niha çwaye û çi tê de dibe û wê çawa derbas bibe û erkên li ser mile me kurdan wê çi be, pêwîste em çi bikin taku dîroka derbasbûyî li gel ya niha were jihevderxistin taku ji bo dîroka dema pêş jî çawa were nivîsandin.
Ji ber ku ewê dîroka xwe nas neke, nikare rastiya xwe jî nas bike. Ewê dîroka xwe ne nirxîne, nikane paşeroja xwe jî binirxîne. Ji ber vê yekê, pêwîste mirov hewil bide ji bo naskirin û nirxandina dîroka xwe kar bike û tevbigere.
Dema ku em li dîroka Kurdistanê ya berê binerin û baş binirxînin taku rastiya derbasbûyî bi zelalî were naskirin û rastiya doza gelê kurd û Kurdistanê ber bi fermiyetê ve biçe.
Lê mixabin ku gelek caran em wek kurd nikanin sûd ji dîroka borî wergirin û di xizmeta doza xwe ya rewa de bikin. Gelê kurd yek ji gelên gerdûnê ya herî serkeftî ye û ya herî pêşkeftî ye. Li gorî rastiya dîroka Kurdistanê, gelê kurd herdem xwedî li mirovahiyê û li gelên navçe û herêmê derketiye û ew parastine ji ceng û şeran û wêrankariyan.
Lê piştî ku gelê kurd dîroka xwe ya herî girîng û dewlemend derbas kir, lê niha jî, gelek jêder û nivîskar û rewşenbîrên zimanxweran û çîtreşan ji gelê kurd re dibêjin qerec, qurbet, buyecî, bûdik û koçber û penaber. Ev yek rastiya dîroka wan û ya me derdixe hole.
Wek hûn dizanin ku ev diyarde bêhtir li Sûriye derket hole, bi taybet piştî rûxandina rêjîma dîktetor a baesê Sûrî û hatina Desteya Rizgarî Şam bi serokatiya Ebu Mihemed Colanî ku niha nave xwe kir bi Ehmed Şerih.
Mixabin ev têgeh gelek bi awayekî berfereh hate belav kirin û xwestin dîroka gelê kurd a ku bi şarestaniyetên mezin û dîrokê tê naskirin reş û bê encam bikin. Wek dîrok dide xuyakirin ku rastiya hebûna şarestaniyeta kurdan ji Medan dest pêdike û heya roja me ya îro dirêjpêdere.
Gelê Kurd yek ji gelên cîhanê yê herî dêrîn û kevnar yên herêma Mezopotamyayê û Zagrosê ne. Her weha ji Împaratoriya Medya û heya roja îro gelê kurd û Kurdistanê, cihekî girîng û bê wêne di dîroka şaristaniyetê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng û dewlemend hatiye avakirin, bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Îranî û paşiyê jî dewleta Osmanî re rû bi rû maye û rastî şer û cengên gelek giran hatiye.
Lê li hemberî wê, gelê kurd dikanî li hemberî êrîşan wan êrişkeran xweragirin ji bo parastina serxwebûn û azadiyê xwe û her dem li ber xwe dane.
Berdewamî heye......
Xelat
