PEYVA KIRÎV
Nivîs: Salih Heydo
Di gelek caran de pirsa peyva (Kirîv) ji min bûye,geh di civatên rewşenbîran de û geh jî di nava civakê bi giştî weke wate û kok û binyada wê.Lewra li gor zanebûn û têgihiştina xwe û di hin lêkolînên ku min kêm-zêde li ser vê peyvê kiriye ez dikarim hin nerîn û bersivan bidim.
Her wiha em kurd hemî dizanin ku kirîvantî çiye û ji kê re tê gotin û çima kirîvantiyê li dar dixin û daxwaz jê çi ye.Bêguman helkeftina kirîvantiyê ew e dema ku zarokan sinet dikin û kurrik dixin dawa zilamekî ku hatibe destnîşankirin ji hêla bavê kurrik û kuflket û xizmên wî ve,kî dibe bera bibe ji çi olê,çi regezî û ji çi çînê û çi malbat û êlê be.
Hin ji bo hezkirinê ye di navbera du malbatan de û him ji hêla çînayetiyê de ye ku kesê xizan yê dewlemend dike kirîvê xwe ji bo alîkariya diravî û malhebûnî û hin jî ji kêm zilamî û tenêtiya xwe nalbateke pirrzilam û têrmêr dikin kirîvên xwe ji bo zordestiya şer û pevçûnan di rojên qalên giran de ji ser xwe bide alî û xeşim û zînat lê ne be û di şer û qerebalixê de di ser re bên weke piştevaniyê û hin jî hene ji ol û ayinên dîtir weke Êzdiyan,cihûyan û filleyan dikin kirîvên xwe weke nîşana rêzgirtin û lêborîna olî da peywendî di nav wan de xurt bibin û bibin weke xizim û malbatekê,her wiha li devera Şingalê çi kurdên musilman û çi kurdên Ezîdî ji hev re dibêjin : Kirîvo tu bi qedrê kirîvantiyê ke tu yê wasî û wasî bike.
Lê peyva kirîv weke wateya zimanzanînê(Etmolocîk) heya nuha tam-tam nehatiye zanînê, tenê hin bîr û qinyat hene ku wateya wê ev be yan ew be .
Lewra hin hene dibêjin ku ev peyv ji peyva (Qerîb) ya erebî hatiye yanî nêzîk-kirin û mervantî,helbet ev dîtin şaşe û bê bingeh e çiku kirîvantî bi hîç şêweyî di nav Ereban de tune ye û Tirk jî dibêjin:(Kirîve) Lewra wateya wê ya zimanzanî di zimanê tirkî de tune ye.
Her wiha di zimanê Ermenî de gotina Kirov heye ew jî wateya zimanî nade lê dema zaroka xwe dibin dêrê û wî di cirnê ava wê de noq dikin,dişon û paqij dikin ku ev bû fille di wî hingî de dema keşe radihêje kurrik û dixe nav ava cirin ji keşe re yan ji wî kesê ku rahijtiye kurrik û daye dest keşe (kirov) tê gotin.
Her wiha di zimanê Rûsî de jî Kirov tê gotin ango kesê ji xwîna mere be û bi zimanê Okranî jî kirîv ango xwîn e di zimanê Kirwatî de jî Peyva (Kirîv) heye û wateya xwe jî dide û bi peyva sinetkirinê re tam digunce û wateya rast û durist dide ku bi zimanê Kirwatî ji xwînê re kirîv tê gotin ango xwîn e ,lewra ev baş berbi aqilan de tê.
Dema em hinekî li dîrokê vegerrin û dakevin kanga wê em dibînin û dibihîzin û dixwînin ku Kirwatî ji beriya misilmantiyê de ji ber hin sedemên civakî,siyasî û aborî ji Kurdistanê koçberî devera Belqanê bûne û bi nijadê xwe kurd in.Lewra heya nuha kurd dibêjin kirîvê xwînê,ji xwe jî dema kurrik sinet dibe çend dilopên xwînê di nişterkirinê de derdikevin û li dawa yê kirîv dikevin ,lewra li ser vê bîr û behweriyê ku navê xwînê bi zimanê Kirwatiyan Kirîv e û Kirwatî bi nijadê xwe kurd in li gorî ku dîrokzan û zanayên wan dibêjin Guman nîne ku ev gotin ji sedî sed kurdî be jê û pêve tu agahîyên dîtir li ser peyva kirîv tune ji vê qinyatê pêve.Her wiha bi zaravayê kurdên devera Efrînê,çiyayê Kurmênc û Killis û Qirixanê ji aşiq ,begzade û mitirban re jî dibêjin Kirîv ew jî bi wateya hezkirin û kêfê ye, çiku ev celeb kes yên saz ,awaz,dahol û zirne û dengbêjî û kêf û şahiyane û xwedî hunera resen ya civakî ne,lewra dîsa wateya hezkirin û dilgeşbûnê derdibirre.
Helbet wê ev mijar her bimîne vekirî ji bo lêkolînan.Lewra min ev bend û mijar daxist tenê ji bo peyva (kirîv) û wateyên wê yê ziman-nasiyê ,lê ji hêla civakî û rê û resmên wê de ji serdemên dûr û dêrîn de û weke ku ez gihajtim ser beşekî jê ev helkeftin gelekî pîroz,balkêş û giring bû ji hêla kêf û şahiyan û nandayîn û girwana bi sedan pez û dewaran, bi govend û dîlan û dahol û zirneyan ji bilî xelat û diyariyên bi nirx û giranbuha û belavkirina pereyan û zîv û zêr ji hêla malbatên ku kirîvantî li darxistine ku di her deverekê de ji deverên kurdistanê ev helkeftin bi rengekî cudatir û balkêştir,şêrîntir û heweskartir bû.
Lê sed heyf û mixabin ku bere-bere ev rê û resmên hemî hezkirin,hemneşînî û bihevgirêdana civakî ji nav millet sivik û hindik dibin û di qonaxa îro de li gelek deveran nema ye û barkiriye.Heger hin kurrên xwe sinet dikin kes pê agah jî nabe ,belkî di nav malbatê bi xwe de jî ne haydar bin .
Lewra min ev mijar gelekî bi berfirehî û şirovekirin di pirtûkeke xwe ye dîtir de li jêr navê:(Hin bend û mijar ji çanda kevnar) de bi hûrgilî û ziravî nivîsandiye. Kêmtir Bibîne
Xelat
