Kurdî Rûmeta Me Ya Neteweyî Ye
Nivîs: Merwan Berekat
Dema ku zimanê miletekî tê qedexekurin, ew destpêka binpêkirina rûmeta neteweyî ya wî miletî ye. Vêca dema ku ew milet di ber zimanê xwe de li ber xwe nede û piștguh bike, ber bi pișaftina xwe ve gav dike, ji ber ku pejirandina wê qedexekirinê û bêdengiya li hember wê, gunehkarî û tewana herî mezin e.
Miletê ku bi zimanê xwe yê neteweyî doza azadiya xwe û ya welatê xwe neke, miletê ku şanaziyê bi zimanê xwe yê neteweyî neke û herweha dema ku zimanê xwe kêmtirî yê dagîrkerên welatê xwe bibîne, ger serûberê hebûn û zindîbûna xwe dernede dê her bindest û kole bimîne. Miletê ku hewil nede xwe ji bindestiyê rizgar bike, dê her xwîna wî erzan be.
Kes, milet û dewleta ku ji zimanê miletekî din bitirse, wateya wê ew e ku hêza wî zimanî gelek mezin e. Herweha ew ziman ê neteweyeke resen û xwedî șaristanî ye. Belê, kurdî hêza me ya neteweyî ye, divê em bi hemû kanebûn, zanebûn û hêza baweriya xwe biparêzin.
Efrîn: 05. 05. 2026
Xelat
