Hesen Şerîf kilîpa Laleşîn weşand
Hunermendê kurd yê navdar û dengxweş (Hesen Şerîf) kilîpeke nû bi navê (Laleşîn) li ser tora xwe ya civakî Youtubê belav kiriye ku ji Peyîv û Awazên Hesen Şerîf bi xwe ye.
Laleşînê Xemrevînê
Xatûna Dilane
Kenîya Yara Min Xweşe Lê
Wek Rengê Gulane
Yar Min Dîto Ser Kanîyê Ber Bêlayê
Ew Sebra Dilane
Kezî Berdan Li Ser Milan
Wek Reşe Mara Ne
Bejna Te Zirave
Nêrgiza Ber Latê
Xala Li Bin Gohara
Pora Bi Serda Hatê
Te Gerden Nazikê
Girtîye Xûnavê
Te Fîstan 3 Renge
Ji Canîya Biharê
Me Bese û Vê Jînê
Ma Emrê Me Çima
Vegerîn Şînwara
Da Ji Bîr Beyîn Xema
Dê Were Derkevîn
Dora Vê Diniyayê
Weyla Li Te Wêranê
Roja Me Lê Nayê
Dê Were Hêrîka
Nav Mêrgo Banîka
Dê Were Govendê
Roj Avabû Zîka
Li Ber Çîyayê Metîna
Li Nav Gul û Nesrîna
Min Bîrya Te Kirye
Warê Şoxa Zîna
Laleşînê Xemrevînê
Xatûna Dilane
Kenîya Yara Min Xweşe lê
Wek Rengê Gulane
Yar Min Dîto Ser kanîyê Ber Bêlayê
Ew Sebra Dilane
Kezî Berdan Li Ser Milan
Wek Reşe Mara Ne
Xelat
