SOHBET

SOHBET

Helbest: Siltana Memê

 

 Min got:- Dunya yê, li ku ma rastî?

Got:- Hê ka bibî, şehdê her qestî!

Min got:- Ax dilo, çima dinalî?

Got:- Baxçê min bû, besta xik-xalî!

Min got:- Roj diçin, lê wê bên şûn da?

Got:- Bêvegerin, dem, gavên winda!

Min got:- Payîzê, ma wa mirûzî?

Got:- Ewrên reş da, ro jî lerizî!

Min got:- Wey hîvê, çi şewq, şemalî,

Got:- Li reşê şev, bûme bermalî!

Min got:- Min hez kir, pir bi dil û can,

Got:- Lê wî te kuşt, bi hest kelecan!

Min got:- Çi heq li dergê vekirî?

Got:- Pêşwazî germ, lê sewd - dengbirî!

Min got:- Kî bo min, da ruhê şîrîn?

Got:- Ma nizanî, beyta kevnarîn?

Min got:-  Pir xweşin, Bavo û Dayê,

Got:- Bi saya wan, da germahiyê!

Min got:- Min bibe, warekî bêxem,

Got:- Tune ew cîh, hene kes hêçxem!!

Min got:- Dinê da, kî bê xof, bê bext?

Got:- Li fêza jor, kesê li ser text!

Min got:- Lê li min, kî kir bawarî?

Got:- Jêhatî tim, ji hev dîyarî!

Min got:- Bêhnxweşe, mîna gulava,

Got:- Bi rêzdar ku, dide silava.

Min got:- Sohbeta min û cîhanê,

Got:- Pirs, bersivên, jîn û jîyanê.

 

5.05.2026s.

Xelat