HORÎ- Kurd û Pêvajoya Siyasî li Sûriye

Xeleka vê carê ya bernameya HORÎ ya li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin îro şeme 9/5/2026`an li ser babeta Kurd û Pêvajoya Siyasî li Sûriye bû.

Bernameya HORÎ bi mêvandariya her yek li çavdêrê siyasî Îsmaîl Şamo li bajarê Silêmaniyê û Birêvebirê Tora Lîberal a Kurd Muslim Ehmed ji Almanyayê birêveçû.

Di vê derbarê de herdu mêvanan behsa rewşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û guherînên siyasî li Sûriyê bi taybet derbarê nêzîkatiya Şamê ji perwerdeya bi zimanê Kurdî wek zimanekî netewî li Sûriyê û astengiyên ku hene kirin.

 Xelat