Pêgeha jinan di dîroka nû ya Kurdan de ji Hepsaxan heta bi Hêroxan
Pêgeha jinan di dîroka nû ya Kurdan de
Ji wêrekiya Hepsaxana Neqîb heta bi wêrekiya Hêro Îbrahîm Ehmed

Van rojan, min çend gotar li ser rewş û şehrezayiya Hepsaxana Neqîb xwendin, ku bi rastî pir kêm e ku meriv li ser binivîse, ji ber ku ew di salên 1920 û 1930an de çend caran yekane jina Kurd bû.
Wê çendîn car nameyên taybet ji baregeha Civaka Neteweyan li Cenevreyê re şandine, ku tê de behsa zilm û zordarî û xedrên li ser Kurdan hatine kirin kiriye. Diyare ew nameyên Hepsaxana Neqîb di rojên me yên niha de jî belgeyên giring in ji bo lêkolîna dîroka nû ya gelê me û pir bikêrhatî ye.
An jî dema ku Simkoyê Şikak di sala 1923an de hat Silêmaniyê û hate pêşwazîkirin, jinên Silêmaniyê di bin bandora Hepsaxan de rolek girîng lîstin û derketin kolanan û bi germî pêşwazî li wî kirin. Heta bi Simkoyê Şikak jî matmayî li wê yekê ma ku kurd ji bilî zelaman ev hemû jinê wêrek û çavnetirs û aza hene.
Ji bilî van jî, di 28ê Hezîrana 1930an de, yekemîn komeleya jinan bi navê(Komeleya Afretên Kurd), di bin serokatiya Hepsaxana Neqîb de hate damezrandin, ku bandorek mezin li ser hişmendiya jinan di wê demê de kir. Ev mezinahî û wêrekiya Hepsa Xan a Neqîb ez han dam ku, ez li ser pêgeha jinên Kurd di demên berê de bigerim, ku çawa û çima jinên Kurd dereng pêş ketine û her gav wekî mirovên pileya duyemîn li gorî mêran hatine dîtin.
Beşdariya jinan li Hewler û Silêmaniyê
Pêşî, min hin agahdariyên girîng wergirtin ku li gorî belgeyên hikûmeta Iraqê, di sala 1952an de, tenê 759 keç li Hewlêrê û 1132 li Silêmaniyê di dibistana seretayî de xwendiye.
Li Hewlêrê tenê 39 û li Silêmaniyê 49 mamosteyên jin hebûne û wane li dibîstanan dane. Îca berawirdkirin li vir e ji ber ku di sala 1952an de, li gorî belgeyê, wek nimûne, li Hewlêrê, hejmara jinên ku li wir dijiyan 131,288 jin bûn, di heman demê de hejmara jinên nexwende yên ji pênc salî mezintir 107,940 jin bûne, ku ji wan tenê 759 xwende bûn.
Li Silêmaniyê jî, (124,633) jin li wir dijiyan, hejmara kesên ku ji pênc salî mezintir bûn û nexwende bûn gihîşt 101,886 jinan, ku ji wan tenê 1132 keç xwende bûn. Ev rêje û ev hejmar nîşan didin ku jinên Kurd piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di civaka Kurdî de bi çavekî kêmtir ji mêran hatine dihat dîtin. Her çiqas di navbeynê de çendîn jinên mezin derketine jî û dîrok û pêgeha jinên kurd hetaheta bi bilindî hiştine, diyare ji bilî Hepsexana Neqîb, wek mînak (Mîna Xan) hevjîna Qazî Mihemedê nemir jî, li Mehabadê di dema Komara Kurdistanê de cihê Hepsexana Neqîb girtibû, û heta wekî yekem jina li Rojhilatê Kurdistanê tê nasandin, ew ji mijûlî avakirina rêxistinek ji bo parastina mafên jinan bûye.
Her weha gelek jinên din jî hene wek Qedem Xêr, Adîla Xanim, Sewsen Emirî, Leyla Qasim, Rewşan Bedirxan, Leyla Bedirxan, Leyla Zana û Hêro Îbrahîm Ehmed, şervanên jin li Rojava û gelekên din.
Hêro Xan jina polayîn
Heke em serdema piştî jina tekoşer a rojhilata Kurdistanê Mîna Xanê bigrin dest, li başûrê Kurdistanê ji naverasta salên 1970an heta serhildana 1991an bigirin û piştî wê, çalakvaneke jin û rêbereke wek Hêro Îbrahîm Ehmed derdikeve, ev jina polayîne ji bilî ku keça rêberê mezin ê Kurd, rewşenbîr û siyasetmedar mamosta Îbrahîm Ehmed bûye, di heman demê de hevjîna rêberê karîzmatîk ê Kurd û cîhanê, Serok Mam Celal Talebanî bû. Ev jina tekoşer nimûneya wêrekî û berxwedan û avakirina giyanê welatparêzî û mezinahiya jinên kurd bûye, ji ber ku ez bawer nakim ku tiştê ku bi Hêro Xanimê hatiye kirin bi tu jineke din nayê kirin, wek mînak, di dîroka tu miletî de min qet nedîtiye û nebihîstiye ku hevjîna serokê partiyeke mezin xwedî 26 hezar şehîd be û bi sed hezaran endam hebin, lê ji bo parastina arşîv û têkoşîna miletê xwe, wê li çiyayan wekî kameraman xebitiye.
Heta dema ku hevsera wê di lûtkeya hêza xwe de bûye û di mîtînga girseyî ya herî mezin a sala 1984an de di Cejna Newrozê de li Surdaşê Mam Celal axaftina xwe ya dîrokî pêşkêş kir, ev Hêro Xan, bi kameraya xwe di nav gireseya gel de wêne û vîdyoyên axaftina dikişandin. Eger ev ne mezinbûna jineke Kurd be, gelo çi ye?!
Piştre jî, yekser piştî serhildana 1991an li Başûrê Kurdistanê, karê yekem ê Hêro Îbrahîm Ehmed parastina şûnwarên dîrokî û cihên girîng ên bajarên Herêma Kurdistanê bûye, bi taybetî li bajarê Silêmaniyê, ku hîn jî bi serbilindî behsa wê yekê tê kirin ku Hêro Xan xwediyê vê serweriyê tê binavkirin.
Ji bilî wê jî rêxistina yekem a zarokan bi navê (Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê) damezrand, ku heta niha jî berdewam dike di xizmeta zarokan de û wekî rêxistina herî bi bandor a Iraqê ji bo parastina mafên zarokan tê hesibandin. Her weha piştevanî li çendîn jinan kir ku xwe bidin pêş.
Pêgeha jinan li cem ronakbîrên Kurd
Yek ji wan kêmasiyan û nedadpweriya beramber bi jinên kurd hatine kirin û niha jî berdewame ev e ku nivîskar, rewşenbîr û helbestvanên me berpirsiyarê wan in, ji ber ku ji ew hemû ronakbîrên kurd ji kevin ve hene û heta îro bi degmen çend kesek hene ku stayîşa mezinahiya jinan kiriye û ewên din jî tenê li ser bedewî û evînê axivîn û bi helbest û nivîsandinê xwestekên xwe vala kirin, lê hin helbestvanên mezincem wan (nêr û mê) wek hev bûne û di berhemên wan de rengvedaye, wek Hacî Qadirê Koyî, Melayê Mezin, Bêkes, Goran û Hemin Mukiryanî û…. hwd.
Bo nimûne, zilamekî mezin mîna Melayê Mezin, berî her kesî, keça xwe li Koyê şand dibistanê, da ku ji civakê re bêje ku jin jî xwedî mafên mêran in û mafê herî girîng perwerdehî ye. Ev yek bûye sedem ku gelek kes li Koyê û derdora wê û heta li Hewlêrê jî ji helwesta Melayê Mezin bandor bibin û keçên xwe bişînin dibistanê.
Ji aliyekî din ve, bo nimûne, dîroknas û lêkolînerê mezin ê Kurd Kemal Mezher li ser keçên Kurd dibêje:
(Di serdema paşayetiya Iraqê de, keçên Kurd ên ji Zanîngeha Bexdayê bi wêrekî beşdarî xwepêşandanên neteweyî û pîrozbahiyên nepenî yên Cejna Newrozê bûne. Ev çend nav in ku min bi çavên xwe dîtine û wan ji bîr nakim: Ronak Zuhdî ya rehmetî, Newzer Nûrî, Nazenîn Salih Qeftan, Horî Elî Axa, Direxşanî Arif Necîb, Şewqiya Ehmed, Direxşanî Şêx Celal, Zekiye Omer Sam Axa, Sureya Mihemed, Nezîra Reşîd, Nacî Mistefa, Gulşen Riwandizî û hejmarekî din).
Xelat/ Wergerandin: Dawûd Çîçek
