GUL Û ZAROK

GUL Û ZAROK

Nivîs: Ferho Ferho

 

Bila li bîra te bî û ji bîr neke ku gul û zarok du eynikên zelal in guhdana xwediyê xwe ji me re rave dikin.

Çawa pêdiviyê gulê bi destekî heye ji ber were û wê toza rê ya ku li ser pel û şaxên wê paqij bike û rengekî nû jê re derxîne da ji nû ve karibe bihina xwe bi av û ronahiya rokê re veke,wisa pêdiviyên zarok jî bi dilekî ku jê re pencereyên ewlehiyê veke, û rêya rast nîşa wî bike bêyî ku teşeya gav û pêngavan li ser neçar bike.

Ew herdû bi awayekî bêdeng mezin dibin. Gula ku bi ava hezkirin were avdan , helbet ew dê zû kate bide û pel û şaxên wê dê zû şîn werin, û zaroka ku di nav hembêzkirineke bi guhdan de be,helbet hemû taybetmendiyên wî de xweşik û spehî derkevin û reftarên wî jî dê di nav ava hezkirinê de werin nimandin û xwedî perwerdeyeke hêja û bi sinc be.

Ew her du dê rastiyê ji me re diyar bikin ku bi peyv û gotinan nayên pîvan: " Dema xêr û bêr werin standin, helbet encama wê standinê wê bedewbûn be.

Ji ber vê, çiqas tu di ber zarokekî beşişî re derbas buyî,yan guleke hildayî re meşî tevî bayê tund û dijwar, bila li bîra te bî ku li pişt wê bedewbûnê çîrokeke guhdanê heye lê hê sergihayî nebuye, û hestek heye ku biryarek daye ku şûnek û bandorekê li  şûn xwe ve bihêlê ku ticarî jê neçe.

 

Xelat