Serkeftina Amedspor ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê Pîroz be

Serkeftina Amedspor ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê Pîroz be

Piştî leyîstina bi tîma (Îdir FK) û bidestxistina serkeftinê, tîma Amedspor ya bajarê Amedê ya li bakûrê Kurdistanê ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê bi ser ket.

Duh roja şemiyê 2/5/2026 tîma Amedspor û Îdir FK hatîn pêşberî hev; Maça di navbera herdu tîman de 3-3 wekhev bi dawî bû û bi wê yekê Amedspor ji bo Lîga Super bi ser ket.

Hemû gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê û diyasporayê bi vê serkeftina Amedsporê şa bûn û pîrozbahiyên germ li Amedsporê kirin.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, bi boneya serkeftina yaneya Amedsporê bo xula Sûper ya Turkiye peyamek weşand û ragihand û got: (Ji dil pîrozbahiyê li endam, desteya rahêner û piştevanên Amedsporê ji bo serkeftina wan ya ji bo Superlîg ya Turkiyê dikim, gihiştina Lîga Super ya Turkiyê,ev hewl û keda we ya çend salan e ku ji bo me hemûyan bûye cihê dilxweşiyê. Dubare we pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.)

Em jî wek kovara Xelat ya elektronî bi nave stafa xwe ji bajarê Silêmaniyê em pîrozbahiyên germ li serkeftina Amedsporê dikin û bi hêviya serkeftinên mezintirin.

Xelat