DENGÊ YÊRÊVANÊ

DENGÊ YÊRÊVANÊ

Helbest: Karîna Osêyan

Serweriya apê Kerem

Ji bo peyv û zimanê Kurdî,

Berdewam e li Rewanê,

Bijî dengê Yêrêvanê!

Radyo Yêrêvanê, keleha me ye,

Li ser axa Ermeniyanê.

Dema peyvên me dihatin kuştin,

Wî bi dengê xwe can dida zimanê.

Sî sal û zêdetir li ser pêlan

Got: “Bi xêr hatin, gelê guhdaran!”

Dema zimanê me dihat birîn,

Ew bû dermanê her birînê.

Dengê wî çîrok û dîrok bû,

Ji dilê gel re rêber bû.

Di her dengê wî de hêvî hebû,

Di her peyva wî de welat bû.

Her çiqas dûr bûn ji welatê xwe,

Ev deng digihand malên wan,

Mîna dayikek li ser zarokan,

Bi nûçeyan wan hişyar dikir.

Em ê biçin ser şopa wî,

Bi dil, bi bawerî heye dawî.

Heta ku dengê Yêrêvanê

Bibe mêvan li her malî.

Dengê wî bû ronahî

Ji bo her Kurdekî bêwelatî,

Ronahiyek ji dil û ji dûr

Ku qet nayê vemirandinî.

Ev helbest ji bo biranina apê Keremê Seyad e. Bi rêzdarî û bi hezkirin bi bîr tînim.

 

Xelat