Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî dê bi çalakiyan bê pîrozkirin

Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî dê bi çalakiyan bê pîrozkirin

Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Şaredariya bajarê mezin ya Amedê bernameyeke ku ji çalakiyên zarokan pêk tê, amade kiriye.

Çalakî dê di rojên 10, 15 û 17'ê Gulanê de werin lidarxistin, û çalakiya yekem a bernameyê dê di 10'ê Gulanê de were kirin. Di çalakiyê de ku rastî Roja Dayikan tê, beza bi navê "Em ji bo zimanê dayikê dibezin" dê were lidarxistin.

Di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de jî çalakiya şanoyê heye. Lîstika bi navê "Moraşîn" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were pêşandan, dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Her weha "Şahiya Zarok û Ciwanan" a ku dê di 17'ê Gulanê de li Sumerparkê were lidarxistin, di çalakiyê de dê xebatên atolyeyê, nîşandana kûkelan, muzîk, rîtm, drama û lîstikên zarokan werin organîzekirin.

 

Xelat/ malpera Şaredariyê