Arşîveke kurdî a giring wek pirtûk hate weşandin
Zanîngeha Mardîn Artukluyê "Berhevoka Alexander Jaba" ya 15 cildî li ser Wêje û Dîroka Kurdî weşand.
Bi hevkariya Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyê, Zanîngeha Mardîn Artuklu, pirtûkek li ser bingeha " Berhevoka Alexander Jaba" weşand, ku xebateke girîng li ser edebiyat û dîroka Kurdî ye.
Karbidestên zanîngehê diyar kirin ku ew berhevok di sedsala 19an de hatiye berhevkirin, ji arşîveke dîjîtalî veguheriye xebateke çapkirî û çavkaniyeke girîng e ji bo lêkolînên zimanê Kurdî. Di encama projeyê de 69 dosya û 39 berhemên bingehîn di 13 pirtûk û 15 cildan de li civaka akademîk zêde bûn.
Ew destnivîsên kevn nêzîkî sedsalekê di pirtûkxaneyên Rûsyayê de ne, ku berhemên orîjînal ên kesayetên pêşeng ên wêjeya Kurdî yên wekî Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî, destnivîsên Şerefnameyê, her wiha berhemên ku bi beytên Kurdî hatine nivîsandin, wekî Mem û Zîn, Mewlid, Leyla û Mecnûn û Yûsiv û Zelîxeyê vedihewîne.
Xelat
