DÊRSIM
Helbest: Suphîye Bulut
Dêrsim gula çiyan, dayika agir û azadiyê
Navê te di pelên dîrokê de bi xwîna sor hatiye nivîsandin
Te şîrê dayikan bi xwînê re herikand çemên Munzurê
Zarokên te li bin lingên leşkeran hatin pelçiqandin
Seyid Riza li ber dara sêdarê rawestiya serbilind
Çavên wî wek qûncên çiyayên Dersimê tije ronahî û isyan
Got ez namirim ez ê di dilê we de her û her bijîm
Li ser vê axa pîroz em ê her tim hebin, em ê nemirin
Dêrsim tu namirî, tu naqedi, tu nayê ji bîrkirin
Di her kulîlka biharê de tu vedibî, di her pelê darê de tu diheji
Di her straneke Kurdî de dengê te bilind dibe, di her helbestê de tu dijî
Ronahiya te di tariya dîrokê de wek stêrkekê namire
Em ji axa te ya pîroz, ji kevirên te yên şewitî hatine
Bi stranên azadiyê, bi hêviya di dilê xwe de
Em ê kulîlkên sor li ser newal û çahlên bê gor belav bikin
Em ê bîranîna we di dilê nifşên nû de wek darên berûyê biçînin
Munzur bi dengê xwe yê kûr û zelal her tim dibêje
Ez ê her biherikim xwîna şehîda di nav min de ye
Di her dilopeke min de hêrsa we, evîna we, isyana we heye
Ji bîr nekin Dêrsim her tim heye, her tim li vir e
Xelat
