`Ecac, Celadek di Doza Enfalê de` li Salona Kurdistanî Nwê

`Ecac, Celadek di Doza Enfalê de` li Salona Kurdistanî Nwê

Pirtûka (Ecac, Celadek di doza Enfalê de) ji aliyê 14 nivîskaran ve hatiye amadekirin û bi tîraja 1000 kopî û 207 rûpelan ji aliyê Çapxaneya Panda li Silêmaniyê ve hatiye çapkirin.

Salar Mehmûd, yek ji nivîskarên pirtûkê, di pêşgotina pirtûkê de dibêje: Bîrukeya vê pirtûkê beşek ji projeyek dirêj a çend nivîskarên Kurd e di warê nivîsandina dîroka Enfalê û danasîna cenosîda gelê me de û bi belgekirina ew Tawana navnetewî.

Salar Mehmûd got ku gotar û nivîsên di vê pirtûkê de ên taybet ji bo Ecac, serpereştiyarê girtîgeha Nugra Selman, ku yek ji celadên Cenosîda Enfalê ye, hatine veqetandin.

Ji aliyê xwe ve Simko Sabir, yek ji nivîskarên pirtûkê, got: "Hemû nerîn bi awayên cûda li ser kesayetiya Ecac hatine nivîsandin. Ecac di nava çanda Erebî de karakterek e ku li dijî çanda Kurdî şer kiriye. Berya şerê neteweyî pirtûk behsa ew zilma ku Ecac li zîndana Nugre Selman li xelkê sivîl yê enfalkirî de kiriye dike.

Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî di 1ê Tebaxa 2025an de ji aliyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Êraqê ve hate girtin, ku pencereyek nû li doza cenosîda Enfalê vekir.

her weha biryare ku yekem rûniştina darizandina yek ji tawanbarên sereke yên cenosîda Enfalê (Ecac), roja Pêncşemê 7/5/2026 li Bexdayê were lidarxistin, ku zêdetirî 200 kes wek şahidên tawanên Ecac li dadgehê amade bin.

Di demên dawî de, rojnameya Sebah a fermi ya Êraqê hevpeyvînek bi(Ecac) re kiribû ku serokê girtîgeha Nugraselman di dema rejîma berê de bûye, weşand. Ecac li tawanên xwe mukir tê û divêje: "Di sala 1989an de, ez bûm serokê girtîgeha Nugraselman, ku 400 girtiyên Ereb lê bûn. Piştî ku girtîgeh hate valakirin, 4,000 welatiyên Kurd me anîn wir."

Wêne: Heme Omer

Ecac, yek ji tawanbarên Enfalê

Xelat