Riza Çolpan jî koça dawî kir…

Riza Çolpan jî koça dawî kir…

Nivîskar: lkram Oguz

Helbestvan û nivîskarê kurd…

Evîndar û kedkarê zimanê kurdî…

Welatperwer û Kurdperwerê 91 salî çend roj berê xatir ji me xwest û koça xwe ya dawîyê kir.

Koça xwe ya dawîyê kir dibêjim, jiber ku ew jî wek gelek kurdên ji çarnikalên Kurdistanê ji xortanîya xwe da kurdekî koçber bû.

Jiber ku koçberî jî parçeyek ji jîyana me kurdan e…

Carinan mirov ji bo jîyaneke baş û aram hevîyên xwe bi xewn nû xeyalan va dixemilîne, dide dû dilê xwe û derdikeve serê rê û dirban.

Carinan jî dikeve tengasîyê, di bin zilm û zordarîyêke giran da xwe dibîne…

Bêhn li merîya teng dibe, jîyan jî li merîya diherime, cîh û warê bav û kalan jî starîyê li merîya nake.

Loma mirov neçar dibe û li stargeheke aram da li jîyaneke azad digere.

Riza Çolpan jî di xortanîya xwe da ji warê bav û kalên xwe derdikeve û berê xwe dide Stenbola xopan. Di wan salan da wek xortekî kurd rû bi rû gelek zor û zahmetîyan dibe, ku bîranînên xwe yên wê emê û bûyerên ku ew û kesên wek wî rû bi rû bune, di pirtûka xwe ya „Nado Kurê xwe Firot“ da tîne ziman, ku min jî ji bo çapa wê ya duyemîn pêşgotinek nivîsîbû…

Dû ra dema wî ya leşkerîyê tê, leşkerîya xwe li Qibrisê dike, di wê demê da ew û Amojna min Refah hevdu nas dikin û bi hev ra dizewicin, piştî dema leşkerîyê tên li Stenbolê bi cîh dibin. Lêbelê Stenbol jî li wan straîyê nake, ew berê xwe didin welateke dûr û koçberî Awusturalyayê dibin. Li wir vala nasekine, ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe kar û xebatê dike, ji bo kurdên li wir dijîn û ji axa bav û kalên xwe dûr bingehek ava dike. Bi hest û helwesteke kurdewarî, helbest û romanan dinivîse, ku heta roja îro bi dehan pirtûkên wî bi kurdî û tirkî hatine weşandin. Herwiha bi sedan makeleyên wî di NavKurdê da hatin weşandin.

Her koçberî bi xemginîyeke bêtarîf dest pê dike, lêbelê koçberîya herî dawîyê di kîjan salî da dibe bila bibe, wek êş û janeke mayînde hergav merîya diêşîne.

Ez jî bi koçberîya kekê xwe yê hêja û bi rûmet xemgîn bûm û êşîyam.

Min deh sal berê di derbarê wî da nivîsek nivîsîbû û wî wek xortê 80 salî bi nav kiribû.

Jiber ku ew di wan salên xwe da wek xortekî 18 salî dixebitî û dinivîsi, bi hişekî zelal û kêrhatî… Ev pênaseya ku min ji bo wî anî bû ziman pir lê xweş hatibû, dikenîya digot, „Kuro, tu ji min ra xortê 80 salî dibêjî, lê haya te jê nîne, ku ji qidum da ketime û çok jî êdî min nakişînin…“

Herçiqas di navbera me da sî salên dirêj heba jî, têkilîya me wek du hevalên hevsal baş û xurt bû.

Me ji zû da hevdu nas dikir, lêbelê têkîlîya me ya xurt kêm zêde 20 sal berê bi weşana NavKurdê va dest pê kiribû.

Di nav 20 salên dawîyê da me kêmasî di hefteyê da carê ji hev ra telefon dikir û dûr û dirêj diaxifîn. Em bi axaftina xwe ya di derbarê nivîsên hev û bi bihistina dengê hev kêfxweş dibûn.

Herwiha ji bo her nivîsa xwe ya ku di NavKurdê da were weşandin, bi caran mail dişand, piştî weşanê, kêmasîyek heba, ew sererast dikir, ku carinan di rojekî da me ji hev ra mail çend caran mail dinivîsand.

Di çend salên dawîyê da kîngê nivîsek bişanda, di binê nivîsê da têbinîyek dinivîsî û di binê nivîsê da têbinîyek bi cîh dikir û digot, „dibe ku ev nivîsa min a dawîyê be…“

Ya jî kingê telefon bikira, di dawîya axaftina xwe da dîsa digot, „dibe ku ev û axaftina me ya herî dawîyê be…“

Bi demê ra ez hînî van gotinên wî bibûm, wî kîngê qala mirina xwe bikira, min jê ra digot, “Kek Riza qet nebe tu gilî û gazinan meke. Hinek ber xwe bide û dest ji gilî gazinan berde. Ev salên ku tu gihîştîyî, kesên wek min xeyala wan salan jî nakin. Qala mirinê neke û berxwe bide, jiber ku berxwedan jîyan e…“

Bi gotin û henekên min ra dikenîya û digot, „Kuro, tu xweş dibêjî, lê çok êdî min nakişînin, ez nikarim ji mal derkevim û gav bavêjim…“

Cara herî dawîyê di Newrozê da min jê ra telefon kir, dengê wî ji kûr va dihat û nikarîbû zêde biaxife, piştî çend peyvên ji dil xatir ji min xwest û telefon da amojna min. Amojna Refah bi xemgînî ji min ra wiha got, “Îkram, tu dizanî Riza hergav qala mirina xwe dike û tirsa xwe tîne ziman. Lê îjar gotinên wî rast in û doxtorên wî jî dibêjin ku êdî dema wî zêde nema ye…”

Ev çend meh in ez jî bi pirsgirekên xwe yên tendurustî va mijûl im, ku roja 7ê Nîsanê jî li nexwaşxaneyê bûm. Hevalê min ê hêja Dîyar Budak ji Londonê li min digerîya. Min telefon vekir, Dîyar ji min ra got, “haya te jê he ye Apê Riza koça xwe ya dawîyê kirî ye…”

Ez her çiqas li benda agahaîyeke wisa bama jî, xemgîn bûm, gotin di qirika min da girê bûn û dengê min hat birîn. Axaftina me ya di telefonê da qedîya, lêbelê xemgînîya min zêde bû.

Piştî saetekî şûnda ez ji nexwaşxaneyê vegerîyam male û min telefon kir. Bi bersivdayîna Amojna Refahê ra min jê ra got; “Bila serê me hemûyan sax be, min bihîst ku Kek Riza koça xwe ya dawîyê kirî ye…”

Amojna Refah bi dengekî zelal bersiva min da û got, “Îkram, ev agahî ne rast e, Riza di nexwaşxaneyê da ye û hê sax e. Lêbelê êdî nikare biaxife û em jî hergav li ber mirina wî ne…”

Du roj şûnda û bi agahîya dûyemîn va êdi gumana min nema û min careke din ji Amojna Refah ra telefon kir, jê ra sersaxî xwest û got, „Bila serê me hemûyan sax be, Kek Riza jîyaneke dirêj û baş li paş xwe hîşt. Dîvê em li bîranîn û berhemên wî yên giranbuha xwedî derbikevin û wî hergav bi bîr bînin…“

Belê jîyan wisa ye…

Roj tê mirov ji dayîka xwe dibe û bi girî çavê xwe li dinyayê vedike…

Roj bi roj mezin û givrikî dibe…

Dikene û digirî…

Bi çaplûkan dikeve…

Radibe ser xwe, bi gavavitina yekemîn ra ditewişe û li erdê dikeve…

Bi êş û janên jîyanê ra rû bi rû dibe…

Bi xewn û xeyal, bi bîr û bawerîyên xurt va hêvîyên xwe yên ji boi jîyaneke azad dixemilîne…

Evîndar dibe…

Dizevice, dibê dê û bav, kal û pîr dibe…

Dem tê ji dinya ku bi girî çavê xwe lê vekirbû, çavên xwe digire, bi bêdengîyeke xemgînî ji hezkirîyên xwe diqete û koçber dibe…

Kek Riza jî wek hemû kurdên welatperwer, jîyana xwe ya 91 salî bi hêvîya ku Kurdistaneke Azad û Serbixwe bîbîne, derbas kir.

Mixabin wî jî nedît û di vî warî da wek hemû kurdên welatperwer çav vekirî çû.

Hêvîdar im, ruhê wî şad, her ku kûder be, ew cîhê çûye jî wek gulîstaneke rengîn be…

 

13.03.2026

ikramoguz@navkurd.com

Xelat