ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN DE ..

ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN DE ..

ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE ... xelek (8)

Nivîskar û Zimanzan: Deham Ebdulfettah 

 

Zayend di Raweya " Birazê"û " Xwarzê"de …?!

Li gelek herêm û navçeyên Kurdistanê ev her dû bêje "birazê"û "xwarzê"bi wateya zarokên bira û xwehê , yên nêr û mê bikar tên , bêyî ku çi nîşandeka navên nêrza yan mêza bigihêje wan . Zayenda wan her dû navan ji pêvajoya qissekirinê tê nasîn . Derbarî darêj û zayenda bêjeyên "birazê"û "xwarzê"pirr caran ev pirs raberî me tê :

Gelo çawa her dû zayend (nêr û mê) , wekî hev bi vê raweyê (birazê , xwarzê) hatine … .?!Darêja " birazê , xwarzê"di raweya verêsê (tewangê) de ye , wekî ku em bibêjin:

- Birazê pirtûk xwendiye

-Xwarzê name nivîsiye

-Ev mala xwarzê ye

-Ez birazê û xwarzê perwerde dikim

-Min silav li birazê kir

-Te pênûs daye xwarzê

-… .

Li hin herêman raweya "verêsê"bi şêweyê "birazî"û "xwarzî"jî tê bihîstin

Ew her dû şêwazên verêsê (tewangê) jî , ji binesaziya raweya wan a xwerû (bê zêdebûn) û resen ku "biraza , xwarza"ye[1] hatiye der  . Binesaziya van her dû gotinên lêkdayî jî , li gora dahûrîna wan ev e :

-Biraza : Bira + za (kesên ku ji birayan zêde bûn)

                             ( kurên bira , keçên bira)

- Xwarza : xwar+za( kesên ku ji xwehan zêde bûn)

                           ( kur û keçên xwehan)

Di zimanê me de gelek navên lêkdayê bi vî şêwazî pêk hatine , wek " mîrza , amoza , şareza , nêrza , mêza . . ."

Wek , wan jî , bi zêdebûna tîpa (d) : "Behzad , Şehrezad , Ş .rzad , perîzad , begzad . . ."

Aloziya vê mijarê ew e ku navên nêrza û mêza di raweya verêsê de wekî hev tên xebitandin , bêyî ku çi nîşandekên nêrînî yan mêyînî bigihêje wan , da ku wan ji hev cuda bikin . Anku her dû zayend j , bi forma "biraz . , xwarz ."bikar t .n .

Em dizanin ku navên yekjimarên nêrza û yên yekjimarên mêza ne wekî hev dikevin raweya verêsê .

Vêca ku ev teşeya (forma)  rût û resen "biraza , xwarza"ji bo navê nêrza û mêza be , ka çawa verêsa her dû zayendan (nêr , mê) wekî hev bi yek raweyê "birazê , xwarzê"hatiye?!

 

a- Verêsa Navên Nêrza :

Verêsa navên nêrzayên yekjimar , li gora binesaziya wan , bi dû şêwazan dikevin raweya verêsê :

1- Nîşandeka verêsê "î"digihêje dawiya navên berverês , wek :

 -Gund : Ez ji gund , (gund) têm

-Aş : Dengê aşî (aş) bilind e

-Hesp : Tu vî hespî dibînî ?!

2- Eger tîpek ji tîpên navê berverês dengdêra (a)[2] be , di verêsê de ew tîpa (a) dibe (ê) , wek

          - Agir : Xwe nêzî êgir neke !

          - Bajar : Ez çûm bajêr

          - Çiya : Pezê me li çiyê ye

          - …

V .ca ku nav .n "biraza"û "xwarza"jî nêrzayên yekjimar bin , anku bi wateya kurrên bira û xwehê bin , gerek ew jî , li gora wê rêpîvana jorînî bikevin ber rêzika verêsê , anku "a"ya wan jî bibe (ê) , wek :

          - Biraza : Ez ji mala birazê têm

          - Xwarza : Ez diçim mala xwarzê

Helbet durist e jî ku em , li gora benda yekê , nîşandeka verêsa navên nêrzayên yekjimar (î) bi ser wan ve berdin , wek[3] :

          - Biraza : Ez ji mala birazay ,[4] têm

          - Xwarza : Ez diçim mala xwarzayî

Lê ji ber ku raweya "birazê , xwarzê"ji ya "birazayî , xwarzayî"siviktir e , ev rawe pirtir bikar hatiye . Bi kurtî , raweya navên (birazê) û " xwarzê"ku  bi wateya kurrê bira û xwehê ne , verêsa ji navên "biraza"û "xwarza"hatiye  .

b-Verêsa Navên Mêza  :

Navên mêzayên yekjimar bi zêdekirina nîşandeka (ê) dikevin raweya verêsê . Anku ,(ê) digihêje navên mêzayên berverês , wek :

-Dar : Ez darê avdidim

-Gul : Rengê gulê sor e

Navên "biraza"û "xwarza"jî , eger bi wateya keça bira û ya xwehlê bin , ew jî , wek wan her dû nav ên mînakên jor în dikevin raweya verêsê :

- Biraza : Biraza + ê = biraza- y-ê = birazayê

- Xwarza : Xwarza+ê =xwarza-y-ê =xwarzayê

Diyar e ku bilêvkirina (birazayê , xwarzayê) hinekî giran e .  Vêca ji ber ku dû tîpên dengdêr "a+ê"di (biraza+ê , xwarza + ê) de giranîyekê didin zimên , tîpa(a)ji wan her dû navan tê avêtin :

-Biraza + ê = biraz  . . . . = birazê

-Xwarza + ê = xwarz . . . . = xwarzê

Li vê gorê , raweya (birazê û xwarzê) dibe verêsa navên mêzayên yekjimar ku ji navên rast û rût ,(biraza) û (xwarza) pêk hatiye  .

Li dûmahiya mijarê , em dikarin , bi kurt , dûbare bikin , ku raweya navên "birazê"û "xwarzê"verêsa her dû zayendên nêr û mê ye , ji reseniya raweya rast û rût "biraza"û "xwarza"saz bûye .

Zayenda vê raweya rast û rût "biraza , xwarza"bi alîkariya veqetandekên palvedanê (ê ,a) bi hêsanî tê nasîn , wek :

          Biraza : -  Birazayê min (kurrê birayê min)

          -  Birazaya min (keça birayê min)

Xwarza : - Xwarzayê min (kurrê xwîşka min)

           - Xwarzaya min (keça xwîşka min)

Li wê gorê navên (mîrza û şareza . .) jî tê gotin :

Mîrza : - Mîrzayê me (kurrê mîrê me)                          

- Mîrzaya me (keça mîrê me)

Şareza : - Şarezayê me  (hevalê me yê şareza)[5]

           - Şarezaya me (hevala me ya şareza)

Lê di nav gel de (li gelek herêman) bi vî şêweyê sivikbûyî tê bihîstin :

          -  Biraziyê minî Biraziya min

          - Xwraziyê minî Xwarziya min

*****

Têbînî :

 Me berî nuha jî gotibû , eger tîpek ji binesaziya navê nêrzayê yekjimar dengdêra (a) yan (e) be , bi şêweyekî ji van her dû şêweyan dikeve raweya verêsê :

1-  Tîpa (a) yan (e) , dibe (ê) , wek (Çiya , Pez) :

          - Ez pêz dibim çiyê

2-  Nîşandeka verêsê (î) digihêje dawiya navê berverês :

          -  Ez pezî dibim çiyayî  .

Lê ku yek ji van cînavên nîşandanê (vî ,wî) li pêş wan navan bikar bê , hingê pêwîst e ku ew navên berverês wekî xwe bimînin , tenê nîşandeka verêsê (î) bigihêje wan , wek:

          - Ez ê vî pezî bibim wî çiyayî

          - Vî agirî ji ber vî bayî bibin

          - Ez vî ardî ji wî aşî tênim

Anku , ne durist e ku tîpên (a) û (e) di wan navan de ,bi cînavên nîşandan re , bibin (ê) .

 ------------------

[1] - Xwar + za : peyva "xwar" ji "xwaher" a ku nuha di Farisî de bikar tê hatiye.

[2] - Li hin herêmantîpa (e) jî dibe (ê), wek : ( pez, rez, : Ez ê pêz bibim nêzî rêz) .

[3] - Ne durist e ku em her dûşêwazên verêsê bi hev re bixebitînin, wek : (Aş : Ez çûm êşî). Ya rast gerek bê gotin : Ez çûm (êş) yan jî (aşî). 

[4]-Li hin herêman tîpa navbirra dengan "y" nakeve navbera her dû dengdêran "a,î" wek (biraza -y-î), li şûna wê dengdêra "a" tê avêtin wek (biraz…î = birazî, xwarzî).

[5]- şarezayê me : Zîrekê Ji şarê (bajarê ) me

 

Xelat