Îro 83emîn salyada weşana rojnameya (Roja Nû) ye
Nivîs: Konê Reş
Îro 03.05.2026, 83 sal di ser weşana rojnameya (Roja Nû), ya ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan li Beyrûtê weşandiye derbas dibe..
Werin em pîroznameya Seydayê Cegerxwîn ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re bixînin:
(Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan.. Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geş, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan.
Çirûsk û ronahiya wê, leylana paşketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê.
Bûka xweşxwan û nivîsaran xemiland bi qumaşê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwşiyê de afirand.
Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir şose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be).
Ev pîrozname di rojnameya Roja Nû, hejmar 10, 5ê Tîrmehê 1943an de belavbûye.


Xelat
