Di roja azadiya rojanmegeriyê de hemû azadîxwez in!

Di roja azadiya rojanmegeriyê de hemû azadîxwez in!

Nivîskar û Rojnamevan: Hozan Efrînî

Bi boneya roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê ye, di demekê de ku karê rojnamevanî ber bi paşveçûnan ve de ye, ku di asta navnetewî de, hejmarên mezin ji rojnamevanan li gor yasayên cuda û di bin fişarên cuda cuda de têne dadgehkirin û sizakirin ji aliya partî û kesayetiyên deshilatdar, li hemberê wê yekê nûneratiyên dîplomatîk û rêkxistinên peywendîdar yên navnetewî hişyariyeke normal didin wan aliyan û wek derziyê bencê ji milet û civaka stemlêkirî û bi taybetî rojnamevan û ragihandkar ku heya ji wê roja xwe jî bê beş dibin û têne dûrxistin.

Wek ez têghîştim ku di rojên baş û pîroz û serfiraziyê de, desthilatdar herdem xwe dike xwediyê wan roj û boneyan, ji xwe re baş temaşe bikin ku di roja rojnamegeriyê de, hemû kes û alî xwe dike rojnamevan, roja karkerên navnetewî, bi heman awayî hemû kes xwe dike parêzvanê karkeran, roja mafên mirovan dîsan hemû kes û alî xwe dikin bi parêzvanên mafên mirovan, di roja zarokan de, hemû kes xwe dike xwediyê mafên zarokan, di roja xwendekaran de, hemû kes xwe dike xwediyê bîrdoza xwendekaran. Her weha di roja cîhanî ya jinê, hemû kes û alî xwe dikin xwedanê mafên jinan, di roja zimanê zikmakî ya navnetewî de, hemû kes xwe dike xwedanê rasteqîne ê zimanê dayîkê di demkê de ye ku ewna ti carî nivîsek jî li ser zimanê zikmamkî neweşandine.

Di rojên girîng û pîroz de, hemû kes û alî û çîn û tiwêjên civakê xwe dikin xwediyê wê rojê.. Her weha xwediyên rasteqîne jî bê beş dimînin ji wê rojê. Ji ber ku ew kesên ku xwe dikin xwedî, ji rastiya wê rojê û têgeha wê bi yek carî dûrin. Ti peywendiyên wan bi wê rojê ve tune ye ji bilî yek tiştî ku ew jî ewe ku neyar û rêgir û kelemkar in.

Li vir dixwazim hinek rastiyên kar û xebatên xwe ên ku di riya 21 saliya xebatên rojnamegeriyê de derbas dibe ji xwendevan û şopênerên xwe re bînim ser nivîs taku ew rastiyên ku em dibêjin werin serrastkirin û li gorî rastiya wê were weşandin.

Piştî karkirin û xebatkirina bêhrtir ji 21 salan di hundir karên rojnamegerî û ragihandinê de, li gor erk û xebata ku min di warên wergerandin, nivîsandin, dizayînkirin, nûçesazî û raportên nûçeyan û hevpeyvînkirin û rêportajkirinê û niha jî wek pêşkêşkarê bernameya Horî di rastiya DGK ê û bernameya Rojeva Nû ya Kenala Gelê Kurdistan ê de û wek sernûserê Kovara Xelatê, bi reşkawî dibêjim; Ragihandin rastiya jiyan û vejandina rastiyên veşartî ye.

Lê mixabin ku heya niha rastiya ragihandina azad û neteweyî û jêderên rasteqîne ku ji nava rastiyan derkevin ji bilî rojnameya Kurdistan hîn tiştekî din wiha cihê xwe negirtiye û dernektiye.

Ev 21 salin ku ez wek rojnamevanekî Rojavayê Kuridstanê û xelkê Efrînê me û wek hewalsaz û serûserê Kovara Xelata kurmancî di ragihandinên kurdî de dirêjpêderim.

 Ez ji 2005`an ve, di kar û xebatên rojnamegeriyê de li Herêma Kurdsitanê bi awayekî dirêjpêder û di nav kar de me, bi aktîvane ji 2005 heya dawiya 2009`an ez li rojnameya Aso ya ser bi saziya Xendanê dixebitîm û taybet bi beşê Rojavayê Kurdsitan û Sûriyê û Bakurê Kurdistanê mijûl bûm.

Piştre jî ez li kenala KNN ya kurdî di beşa kurmancî de jî wek hewalsaz û raport amadekirin û xwendin kar dikir.

Her weha di kovara Livîn û Xêzan û Siyaset de jî kar dikir, Di heftenameya Çavdêr de jî ji 2006 heya 2017`an jî min kar dikir. Nivîsên min di piraniya malperên Başûr û Rojava û Bakurên Kurdsitanê dihatin weşandin, ji ber wê jî, ez bi bê guman rastiya rêbaza rewanşad serok Mam Celal bi bîrtînim ku her pêşketin û berhemeke girîng û cihê serfiraziyê be, ew yê rêbaza Mam Celal e..

Ji sala 2010`an ve jî ez di PUKmedia û heya 2023’an jî dirêjpêderbûm, hpişt re jî, me Rojnameya Xelata Kurmancî sazkir û bûm bo sernûser û mamoste Dawud jî bû cîgirê sernûser û Dilşa Yûsif jî Nû era Ewropayê û Roşîn Serêkanî jî encama stafê ye, her weha ji 2017`an de, ez di radyoya Dengê Gelê Kurdsitanê de wek pêşkêşkarê bernameya Ji Rojavayê, Rojava, Xelata Kurmanca û niha jî Horî û pêşkêşkarê bernameya Rojeva Nû Di kenala Gelê Kurdistanê de dixdixebit im.

PUKmedia ku ser bi mekteba ragiahndina YNKê ye, wek Yekem saziya ragihandinê bû ku li Başûrê Kurdistanê peyamnêra xwe taybet ji Silêmaniyê şand Kobanê û Efrînê, di germahiya şer û berxwedana Kobanê û Efrînê de jî, nûçe û raportên bi wêne û vîdyo roj bi roj hatine weşandin ku rastiya rewabûna berxwedana Kobanê ya 2014 ku ez bi xwe wek Hozan Efrînî çûm nava bajarê Kobanê ku tenê 2 taxên wê di bin kontirola YPG-YPJê de ma bûn, û ya Efrînê ya 2013`an dîsan ez bi xwe du caran çûm ku asta sere çete û komên oposizyona Sûrî bi navê Artêşa Azad û Eniya Nusre û DAIŞê êrişên pir mezin û hovane li dijî Şêrawa û gundên başûrê Cindirêsê dikirin û  jibo Berxwedana Efrînê ya 2018`an dîsan peyamnêreke keç hat şandin û rastiya neyartî û hovîtiya DAIŞ li dijî Kobanê û hovêtiya artêşa tirk û çeteyên Sûrî ku bi fermanên wan li Efrînê tevdigerîn aşkire û zelal dikir.

Em vê rojê li tevahiya rojnamevan û ronakbîr û rewşenbîr û çalakvanên doza gelê me yê kurd pîroz dikin û serfirazin bi rêbaza Mam Celal ku bû ye rastiya yekrêzî û xebata xizmetkirtina di riya doza gelê kurd e..

Ez ji dil û can û bi giyanekî mirovane vê boneya pîroz li hemû hevpîşeyên xwe li Kurdistan û li Cîhanê pîroz dikim. Roja azadiya rojnamegerî û derbirînê ya navnetewî li hemû rojnamevan û azadîxwazên bîrûra û bîrdoza rewa û rasteqîne di cîhan û gerdûnê de pîroz û layiq dibîn im.

 

Xelat