Di bîranîna rojnamegeriya Kurdî de nabê `Şehîd Neco` bê jibîrkirin!
Nivîs: Xelîl Ebdulah
Neco, siyasetmedar, çalakvan û xebatkarê çandî yê navdar ê Kurdistanê, navekî berbiçav û sembolek geş a têkoşîna Kurdistanê ye. Wî Kurdistan wek yek ax, yek welat û yek netewe didît.
Ji ber vê yekê, wî têkoşîna xwe ji bakur dest pê kir û rojava û başûr kir qada têkoşîna Kurdistanî. Wî çend salên jiyana xwe ji bo têkoşîna di nav refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de terxan kir. Rola wî ya berbiçav, bi bandor û wêrek di piştgiriya vejandina şoreşa nû ya Kurdistanê de hebû û dê bi serbilindî di rûpelên geş ên dîroka Kurdistanê de tên tomar kirin.
Di pêşgotina pirtûka xwe de ya bi navê (Kurdistan, yekemîn rojnameya Kurdî, serdema sêyemîn 1917-1918 de), Dr. Kemal Fuad li ser Neco nivîsandiyeû dibêje; di dawiya sala 1975`an de ji bo beşdarîkirina di civîneke desteya damezrêner ya YNKê de min serdana Şamê kir, li wir Mam Celal ez bi Neco dam naskirin, ku di nava YNKê de Selah dihat nasakirin Mam Celal got:"Kek Selah yek ji rewşenbîrên şoreşger ên Bakurê Kurdistanê ye. Dostê me yê nêzîke û ez hez dikim k utu jî wî nas bikî).
Dr. Kemal Fuad dibêje: "Min bi rêya Mam Celal bi Neco re hevdîtin kir. Dema ku ez li Şamê bûm, min ew çend caran dît û me axivî. Di Îlona 1976an de, ez dîsa çûm serdana Şamê. dîsa çavê min bi Neco ket û min jêre re got ku, ji Bakurê Kurdistanê hêjmarek pirtûk û rojname digel xwe min anîne ku dîroka wan vedigere serdema Osmaniyan, ez hez dikim lê binêrî û naveroka wan ji min re bêjî, roja paştir min min dît Neco hêjmarek kovar, rojname û pirtûk ji min re anîn, Di nav wan de 11 hejmarên rojnameya Kurdistan yên ku berê nehatibûn dîtin ên salên 1917-1918an hebûn. Min jê xwest ku wan kopî bikim bi kêfxweşî min her 11 hêjmar kopî kirin).
Di sala 1980an de, Dr. Kemal Fuad di hejmara 3ê Mijdara 1980an a kovara (Çirîkey Kurdistan) ku ji hêla Îbrahîm Ehmed ve li Londonê dihat weşandin, gotarek nivîsand û mizgîniya dîtina 11 hejmarên rojnameya Kurdistanê weşand. Di sala 1998an de, di 100 saliya hejmara yekem a rojnameya Kurdistanê de, wî 11 hejmar di du cildan de weşandin. Pirtûk bi navûnîşana (Kurdistan, yekemîn rojnameya Kurdî ya serdema sêyemîn 1917- 1918) û li bajarê Silêmaniyê wek rêzgirtinek ji bo Şehîd Neco û ew pirtûk pêşkêşî Şehîd Neco kir û weha nivîsandibû: Ji bo giyanê Şehîd Necmedînn Büyük Kaya (Neco) ku ev rojname ji tunebûnê rizgar kir û rê li ber weşandina wê vekir, hatiye veqetandin.
Naco, hobiyeke din jî hebû, ku ew jî wênekêşî bû. Dema ku li Nawzeng û Tujella bû, wî bi dehan wêneyên rengîn ên rêber û Pêşmergeyên şoreşa nû û dîmenên wan deveran kişand û wek bîranîn di arşîva Şoreşa Nû de mayîne.
Ji bo rêzgirtina ev kesayetiya mezin, li Silêmaniyê parkek bi navê Şehîd Neco hatiye vekirin.
Silav li giyanê şehîd Neco, ew şoreşgerê ku tevahiya Kurdistanê kir qada têkoşîna neteweyî, nîştimanî û çandî û ji bo vê armancê canê xwe feda kir.
Xelat/ Wergerandin : Dawûd Çîçek
