Silêman Ereb: Rojava di qonaxek hestiyar re derbas dibe
Berpirsê Peywendiyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê Silêman Ereb ragihand, Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke gelekî hestiyar û giring re derbas dibe û guhertinên bilez çêdibin, niha jî gav bi gav hewlên cîbicîkirina rêkeftina navbera Şam û HSDê de berdewam dikin.
Ereb diyar jî kir ku ji vir û şûnve kurd wê beşdarî di qonaxa avakirina Sûriyeyeke nû bibin û xebata siyasî wê bidome.
Her weha di derbarê rewşa li Kobanê, Silêman Ereb got: Êrîş li ser Kobanê didome di hemû warên jiyanê de tevî ku hevdîtin di navbera nûnerên Kobanê û parêzgeha Helebê de çêbû lê rayadarên hikûmeta Şamê sozên xwe pêknaynin û heta wek niha dorpêşa li ser Kobanê didome.
Xelat
