HORÎ- Giringiya Xwepêşandanên Başûr ji bo Rojava û Rêkeftina Kurd û Şam

Rêvebirê Tora Lîberal a Kurdî (Muslim Ehmed), roja şemiyê 31/01/2026 ji Almanyayê bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Giringiya Xwepêşandanên Başûr ji bo Rojava û rêkeftina Kurd û Şam  hate gotûbêj kirin, Muslim Ehmed tekez kir ku ew xwepêşandanên gelê kurd li Silêmaniyê û başûrê kurdistanê bi giştî û tevahiya cîhanê bandora xwe li ser helwesta hêzên navdewletî kir.

 Muslim Ehmed diyar kir ku ew weku Tora Lîberal a Kurdî dibînin ku helwesta hemû gelê kurd û serkirdeyên kurd li hemberî doza kurd li Rojava cihê şanaziyê ne û tenê kurd dikare pişta kurdan bigre bi taybetî li Silêmaniyê bi milyonan xelk daketin qadan û piştevaniya Rojava kirin.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

Xelat