Li Çiyayê Kurmênc Radyoya ARTe Efrîn Hat Vekirin
Rêvebirê giştî yê radyoya ARTE FMê Sîrwan Hac Berko di rûpela xwe ya veghîştina civakî de, ragihand ku êdî şaxê Radyoya ARTe FMê ya Efrînê bi fermî hate vekirin.
Hêjayî gotinê ye ku radyoya ARTE FM li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê di 6-7-2013`an de hatiye damezrandin û bi zimanên Erebî, Kurdî, Sûryanî û Ermenî tê weşandin. Lê ev mizgîniya vekirina şaxê wê li Efrînê, dilê hemû Efrîniyan xweş kir ku bi boneya 128`emîn salvegera rojnamegeriya kurdî, şaxê radio ya bi nave ARTE Efrîn li bajarê Efrînê hate vekirin.
Em jî bi nave stafa Kovara Xelatê germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya rêvebir û karmend û rojnamevanên radyoya ARTE FMê dikin û ev kar bi pêngaveke mezin û pîroz dinirxînin. Hêviya serkeftin di kar û barên ragihandina ku di xizmeta doza Efrînê û Kurdî de dixwezin.


Xelat
