ROJAVA- Gelo wê şerê kurd û Sûriye bibe an na?

Nûnerê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê li Herêma Kurdistanê (Elî Şemdîn) roja yekşemê 21/12/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de nûnerê PDPKS li Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn ragihand ku, hikûmeta vegûhêz a Sûriyê heta niha tiştek ji bo doza kurd li Rojavayê Kurdistanê nekiriye.

Elî Şemdîn da zanîn ku, Kurd pabendin bi rêkeftina 10ê adarê ya navbera Mezlûm Ebdî û fermandarê giştî yê HSDê û Serokê demkî Ehmed Şerih de hatî îmzakirin û ev rêkeftin bi hatina dawiya sale namire belkû divê were cîbicî kirin.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT