Li Silêmaniyê semînerek ji bo rojnamegeriya Kurdî birêveçû
Bi boneya salyada 128emîn rojnamegeriya kurdî duh roja çarşemê 22/4/2026 li navenda Sara ya rewşenbîrî li bajarê Silêmaniyê semînerek hat lidarxistin.
Di semînerê de ku mamosta (Şaho Osman) gotarek pêşkêş kir ku de behsa derketina yekem rojnameya kurdî bi navê Kurdistan ya ku Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîrayê derxist kir û her weha bi vê boneyê behsa derçûna rojnameya (Pêşkeftin) di salên (1920-1922) kir wek yekem rojnameya kurdî li bajarê Silêmaniyê.
Semîner bi amadebûna hêjmarek ji nivîskar û rewşenbîr û rojnamevan û welatiyan birêveçû.





Xelat
