Erkên rewşenbîrên Kurd ji bo civaka azad
Çalakvanê biwarê civaka sivîl (Bozan Karao) ku li welatê Nemsa ya Ewropayê nîştecihe û bi xwe xelkê bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê dibêje, Kurd ji ber ku di ware kulturî de vekirî ne bi awayekî bilez tevlî civakên welatên biyanî dibin.
Bozan Karao bû mêvanê bernameya HORÎ ya radyoya Gelê Kurdistanê ku li bajarê Silêmaniyê weşana xwe dike û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û mijara jiyana Kurdan li welatên Ewropayê û pirsgirêkên wan hatin gotûbêj kirin.
Çalakvanê di biwarê civaka sivîl got; Tu girêdana me wek kurd bi tu welatan tunebû ji ber ku em kurd hîna nebûne dewlet û kurd zû zû tevlî civakên van welatên biyanî dibin, ev welatên ewropa jî tiştên baş didin pêş xelkê daku bikarin tevlî civakên wan bibin.
Got jî: Çand û kultura kurdî û kultura Ewropayê nêzîk hevin û girêdana me kurdan jî zêde ne tundrewe û em kurd vekirî ne di warê qebûlkirina kulturên cuda de.
(Bozan Karao) ew yek jî diyar kir ku, pirsgirêka berdana jin û mêran ji hev li welatên Ewropayê; bi dîtina min ne rêjeyekî weha zêde ye lê ew pirsgirêk li welêt destpê kiriye lê li welatên Ewropayê jin jî dikare wekî zilam kar bike û dikare bi bê mêr debara xwe bike û ne mecbûre ew rewşa heyî qebûl bike lê ew rêjeya berdanê (Telaqê) ne zêde li gorî rêjeya hêjmara kurdan ku heyî. Ev pirsgirêk ne tenê ji aliyê jinê ve ye, belku ji aliyê zilam de jî ev pirsgirêk hene, li welatên ewropa mirov neçare ku kar bikî û dûrî malbatê bikevî û eve jî bandorê li zarok û malbatê dike.
Derbarê rola rewşebîran di avakirina civakek azad de (Bozan Karao) got: Rewşenbîr li welat karên wan cudatire. lê li vir karê me ji yên li welat wê ne hesantir be û gelê kurd eger neyê parastin ber bi hilandinê diçe, em kurd niha li Ewropa dijîn em zû zû venagerin welat ji ber zarokên me jî êdî bi vir ve hatine girêdan.
Di dawiya axaftina xwe de Bozan Karao tekez kir û got; her çiqas pêwîste ku meriv tevlî civaka vir bibe lê di heman demê de divê em kultur û çanda xwe ya kurdî biparêzin û eve jî erkê rewşenbîrên Kurd e. rewşenbîr gereke vegere li xwe û miletê xwe û zimanê kurdî were parastin. Ji me tê xwestin wek kurdê diyasporayê em karibin xwe biparêzin û derfeta wê yekê jî heye.
XELAT