Pirtûka li ser helbestvan Kejal Ehmed hat îmza kirin
Îro şeme 2/5/2026 li salona Kurdistanî Nwê semînerek taybet li ser nasandin û belavkirina pirtûka (Nivîsîn û dahênan tîrêja giftûgoya ligel Kejal Ehmed) ku ji aliyê nivîskar Xelef Xefûr ve hatibû nivîsandin birêveçû.
Di semînerê de nivîskar Xelef Xefûr behsa rola helbestvana kurd Kejal Ehmed û giringiya meşa wê wek helbestvaneke jin di meşa xwe ya wêjeyî de kir.
Ji aliyê xwe ve Kejal Ehmed, bal kişand ser giringiya xebata wê wek helbestvan û rojnamevan û jin di xizmeta civaka kurdî û jinê de bi taybetî kir.
Hêjmarek mezin ji nivîskar, wêjevan, rewşenbîr, helbestvan û rojnamvanan di semînerê de amade bûn.
Foto: Heme Omer







Xelat
