BINIVÎSE HEZEX

BINIVÎSE HEZEX

Helbest: Muzaffer Culduz

 

 

Binivîse hezex binîvîse

Tu binivîse û qet ne tirse

Çawe ronî dike   Baran Mendeş

Çîroka  qehremanîyê dirêse

Binivîse hezex tu ne pirse

Ne sekine û ne bêje bese

Wek pênûsa Hurşît baran mendeş

Heta kerr û lal me bibihîze

Binivîse hezex binivîse

Dila neke nav dava û hepse

Êş û birîna sed hezar sala

Ji telîyên pîroz dîrok nase

Binivîse hezex binivîse

Bangewazî bike hemî kese

Ji serhed heta sînorê  binxet

Mafê me kurdane weke xase.

 

Xelat