Jivanê Kewê – Teknolojiya Sûd û Ziyanên wê

Jivanê Kewê – Teknolojiya Sûd û Ziyanên wê

Şarazayê di biwarê Teknolojiyayê de mamosta (Reqîb Mehmûd) radighîne ku di vê serdema ku teknolojiya gelekî bilez bi pêş dikeve. Û eger bi awayekî rast ji aliyê civaka me ya kurdî de neyê bikar anîn wê kartêkirinên xirap hebin û divê bi awayekî baş were bikar anînê.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin, li ser babetê (Teknolojiya Sûd û Ziyanên wê) bi mêvandariya mamosta (Reqîb Mehmûd) şaraza di biwarê Teknolojiyayê de.

Mamosta Reqîb Mehmûd di axaftina xwe amaje bi wê yekê jî kir ku, eger mirov sûd û mifayê ji pêşkeftina teknoljiyayê nebînê emê miletekî paşkeftî bimînin û emê nikaribin bi demê re bimeşîn.

Reqîb Mehmûd da zanîn ku şîrket û kompaniyên mezin wek Google ya Facebook û Watsap…. Htd, xizmetên xwe bi awayekî bê pere xistine berdestê mirovî lê di heman demê mifaya wan hene ji wê yekê qazancên mezin dikin. Di heman demê de jî şerekî mezin di navbera wan kompaniyên mezin yên Amerîka û Çînê de heye.

 

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

 

XELAT