Balyozê Çînê: Serok Mam Celal dostaniya Êraqê û Çînê bihêztir kir

Balyozê Çînê li Êraqê "Tsuyî Wî" ragihand, Serok Mam Celal jiyana xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên Êraqî û Çînê terxan kir.
Di hevpeyvînekê de li gel kenala `El-Mesra` ya ser bi Mekteba Ragihandina (YNK)`ê ku bi zimanê Erebî weşanê dike Balyozê Çînê "Tsuyî Wî" got: "Di sala 2015`an de, peywendiyeke stratejîk di navbera Çîn û Êraqê de hatin danîn. Serok Mam Celal jiyana xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Êraqê û Çînê de terxan kir ku heya roja me ya îro berdewame.
Balyozê Çînê her wiha got: "Îsal 65 sal bi ser damezrandina peywendiyên dîplomatîk di navbera Çîn û Êraqê de derbas dibe û aliyê Çînî amade ye ligel aliyên Êraqî kar bike da ku vê derfetê bi kar bîne ji bo cîbicîkirina encamên civîna yekem ya lutkey Çînî- Erebî."
Li ser peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel Çînê û rola Serok Mam Celal di bihêzkirina peywendiyên Êraq û Çînê de jî, "Tsuyî Wî" got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yek ji hêzên siyasî yên Êraqê ya girînge û serokê nemir "Mam Celal Talebanî" siyasetmedarekî navdar ê Êraqî ye û ew yekem serokomarê Êraqê bû ku ji dema damezrandina peywendiyên dîplomatîk di navbera her du welatan de di sala 1958 de, sê caran di salên 1955, 2004 û 2007 de serdana Çînê kiriye, ew dostekî kevn û nêzîkî gelê Çînê ye, Mam Celal jiyana xwe ji bo xurtkirina dostaniya Çînê-Êraqê terxan kir û di vî warî de tevkariyên erênî kir, ku em van hemûyan teqdîr dikin.
Di berdewamiya axaftina xwe de "Tsuyî Wî" got: "Partiya Komunîst ya Çînê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê dostaniyeke kevin û kûr heye û di salên dawî de li ser asta cuda danûstandinên berfireh di navbera wan de çêbûn."
Balyozê Çînê ew yek jî anî ziman ku: "Di sala 2021`an de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Bafil Celal Talebanî) pîrozbahiyên germ bi helkefta sed saliya damezrandina (Partiya Komonîst ya Çînê) pêşkêş kir. Sibata 2023`an de jî, şanda Partiya Komonîst ya Çînê serdana Êraqê kir û bi birêz (Bafil Celal Talebanî) re hevdîtin kir û tekez kir ku aliyên Çînî hewlên hevbeş didin li gel (YNK)ê û aliyên din ên Êraqî, ji bo berdewamkirin û kûrkirina danûstandinên siyasî û hizbî di navbera her du welatan de û sûdwergirtina ji hev li ser ezmûnên hukimdarî û rêveberiyê.
Balyoz Çînê piştrast jî kir ku, "Çîn û Êraq peywendiyên hevbeş yên stratêjîk hene, ji ber wê jî tiştekî xwezayî ye ku peywendiyên me ligel Herêma Kurdistana Êraqê beşeke giring ji van peywendiyan be. Partiya Komunîst a Çînê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re peywendiyên dostane didomîne,herwiha got ku, aliyê Çînî amade ye li ser hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di warên enerjî, geştyarî, ragihandinê û bazirganî de.
Jêder: PUKMEDIA