ZIMANÊ XWE NADIM  

ZIMANÊ XWE NADIM  

Helbest: Hinara Tajdîn

 

ZIMANÊ   XWE   NADIM  

(Roja zimanê dayîkê me pîrozbe)

Zimanê şirîn, zimanê birîn,

Zimanê rengîn, zimanê zengîn,

Zimanê devê yar evîndara

Êşa Memo-Zîn.

Tera sund dixum, laçikê radxim,

Fikra lev dixim, hêsra vedixum,

Tu lewza devê şarûr, bilbilay

Helbesta Şikoy.

Ad, qirar kirye, navê Xwedaye,

Sunda Qesemê, Siltan Êzdaye,

Ez soz, doza xwe navîjim erdê

Ew zyaretîye.

Ez wî zimanî  nadim qirêja,

Wan xwefiroşa, kesên ne hêja,

Paqij tiberke, Ava Zimzime

Nadim Kerr, gêja.

Bi wî zimanî min lûrî gotye,

Bêşîka zarra fesal hejandye,

Li ser mexberê dê û bavê xwe

Lorîk rijandye.

Bi wî zimanî, min sêwirandye,

Helbest û çîrok kerr nivîsandye,

Dil- cerga kul, derd şax daye bi êş

Kûr kewgirîye.

Nadim, ez nadim, kurdîya xwe nadim.

 

Xelat