WÊJAYÊ DA DIGULGULÎM
![WÊJAYÊ DA DIGULGULÎM](https://www.xelat.org/uploads/images/2024/05/image_750x_6644bdf011b61.jpg)
Helbest: Seyrana Celad
Hêzik-nazik nav wêja yê digulgulîm,
Bûm heyr hijmê zimanê dê dişixulîm,
Ketime deryake bê bin û dewlemend,
Bi gotinê mohbetê va dixemilîm.
Eşqa wê ça wek melheme dide xinê,
Şabûna dil belev dike nava dinê,
Dest li min girt bûye hogir û hevalmend,
Serxweş û sermestim ji wê hezkirinê.
Pêgav-pêgav hildikişim qet natirsim,
Natewim ez, helbestên lîrî dirêsim,
Dorpêç dikim bi melodî çawa sazbend,
Hîsên welat xweş vedhûnim û dinvîsim.
Ez Seyrana keça kurdan Kurdistanê,
Dimeşim ser rêya Leyl û Bêrîtanê,
Ewin bi hêz, kawên welat û aqilmend,
Hêşîn kirin oazîsa nav qumistanê.
**********************
#Seyran
#Rojazimanêkurdîpîrozbe
15-ê gulanê roja zimanê me ye dewlemend pîroz be
XELAT