Dilbendim ez

Dilbendim ez

Helbestvan: Pêvşeroj Ceqherî  

 

 

Dilbera bë hêvî û xem

Nazik ú sermyana dila

Ji bîra min nare çi dem

Birîndarim ji çar hêla

 

Gelo heye bibîn im wê

Bivan çavên xwe bedewê

Weke hemî xelkê dinê

Şabin bi  hisreta e em

 

 Ez wekî mem ú dewêşan

Bisalan min elem kêşan

Dilbendim ez evîndarim

Ji min xem herikîne çem

 

 Birîna dil ne feleke

Ji vîna çavên beleke

Ez dizanim kedera min

Ji hinda çavan têne xem

 

Dema çavên te dixwîn im

Kaniya jîhnë dibîn im

L,ser çiya û baniyën te

Dil dibîne xwe bazê dem

 

26 - 1 – 2025

XELAT