128 Saliya Rojnamegeriya Kurdî Rewabûna Doza Kurdî Ye

128 Saliya Rojnamegeriya Kurdî Rewabûna Doza Kurdî Ye

Rojnamevan û Nivîskar: Hozan Efrînî

 

Di vê roja mezin û pir pîroz de, bi boneya hatina 128`mîn salvegera damezrandin û derçûna yekemîn Rojnameya Kurdî di dîroka gelê Kurd û Kurdsitanê de ku bi navê “Kurdistan” bû, ez we wek rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê ku ji 2005`an ve bi awayekî pir çalak di nava xebata rojnamegeriya Kurdî de dirêjpêder im, pîrozbahiyên xwe yên herî gerim û ji dil, li hemû hevpîşeyên xwe yên kar û xebatên rojnamegeriya kurdî dikin, bi gul û nêrgizan pêşkêş wan yek bi yek dikim.

Ez vê roja girîng û mezin li tekoşer û xebatkar û rojnameger û serok û serkideyên kurdperwer ên rewanşad û nemirin ku di riya rojnamegeriya kurdî û parastina wêje û çand û hunera resen a kurdî li Kurdistan û li Cîhanê pîroz be. Her weha li jin û zarok û ciwan û keçêm kurdperwer yên xwedî helwestên netewî û li ax û xwezayî û deşt û çiya û newalên Kurdistanê û li malbata Bedirxan a kurdperwer û xwedî rêbaza azadiya çand û hunera Kurd û Kurdistanê pîroz dikim.

Wek tê zanîn îro roja çarşemê, 22-4-2026`an, roja rojnamegeriya Kurdî ye ku 128`an, anku 128 sal beriya niha yekemîn rojnameye kurdî ku bi navê “Kurdistan” ji aliyê rojnamevanê mezin ê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ve li bajarê Qahîreyê paytexta Misrê hatibû derxistin û weşandin ku piştre jî, ji aliyê nivîskar û rewşenbîr û rojnamevan û ronakbîrên kurdî ve, wek roja rojnamegeriya kurdî hate bi navkirin û nasandin ku rojeke bi kurdî û Kurdistanî girîng û pîroz li ser rûpelên dîrokê hate tomar kirin.

Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya xweşbîn û rengîn, gupik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya bi navê Kurdistan jî di mêjk û hizrên gelê me de, vejîn û bîranîna wê her sal di 22 nîsanê de te pîroz kirin.

Divê em ji bîr nekin ku di 21-3- me cejna Newrozê pîroz kir û di dawiya meha Adarê de jî, me cejna rojiyê û cejna Ekîdo jî me pîroz kir û çarşema derbasbûyî ji kurdên me Êizdî re cejna Çarşema Sor bû û me ew jî pîroz kir û pişt re jî cejna xiristiyanan bû me ew jî pîroz kir û ev roj jî cejna rojnamegeriya kurdî ye, ez wek rojnamevan û rojnamevanekî ku ji sala 2005 ‘an ango ji 20 salan ve, di wê xebatê de dirêjpêder im, ez bi berdewamî di vê pîşe û behreyê de kar dikim ku ev roj salvegera rojnamevaniya kurdî ya 128`mîn a rojnameya “Kurdistan” ê di roja 22 Nîsanê de ye ku di hemû salekê de, wek roj an jî cejna Rojnamegeriya Kurdî ji aliyê hemû alî û kesayetiyên kurdî ve hatiye nasandin û bi bîrtînin û li hev du pîroz dikin. Ji ber vê yekê, ez ji dil ev roja giranûbiha û watedar a rojnameya Kurdistan li we gişikan pîroz dikim û hêviya parastin û pêşxistina vê karê pîroz û giranûbuha ji hemû pîşeyên xwe û ji kesayetî û saziyên kurdî dikim ku ev bîranîn bibe bi boneya serxistina ragihandina kurdî a yekgirtî di dîroka gelê kurd û Kurdistanê de wek moreke zagonî be li ser rûpelên dîrokê.

Di vê rojê de, pêwîste ku gelê kurd bi awayekî hevdeng û hevseng dest bi pîrozkirin û bilindragirtina wê yadgeriya pîroz hevrêz û yekdeng bin ku bo yekemîn care ku kurd xwedî destkefteke we girîng û bi berhem be ji aliyê rewşenbîriyê ve ku wek tê zanîn kurd di aliyê leşkerî de ti pirsgirêkên xwe tune ne, lê mixabin her dem ji aliyê siyasî û dîplomasî û ragihandinî ve ketiye aloziyan, lê di vê serdemê de, êdî kurd bû ye xwedanê her tiştî.

Lê mixabin ku em îro dibînin bi berevajayî vê yekê, hinek ji kenalên ragihandina kurdî, neyartiya roja rojnamegeriya kurdî dikin, bi zanabûn an jî bi bê zanebûn be, ewê ku dijayetiya serkirideyên kurdî û bi taybet ên ku hemû jiyana xwe ji bo serxistina doza kurdî terxandkirine û koça dawî kirine, gelek kenalên bi nav kurdî û sîberên hindek aliyên siyasî kurdî ku di dijayetiya kes û aliyên kurdî de, dirêjpêderiyê dikin, ev tê wê wateyê ku dijayetiya vê roja pîroz dikin, ango dijayetiya têgeha damezrandina rojnamegeriya kurdî ye.

Ji ber ku dema ku nemir Meqdad Bedirxan dest bi vê karê pîroz kir, tenê yek armanca wî hebû ku damezrandina destkeftekî kurdî ku bibe biryargehke netewî kurdî ku di hemû dem û dezgehên navneteweyî de, berevanî li doza gelê kurd û Kurdistanê bike û ew dîroka çewtkirî, serrast bike.

Lê mixabin, îro hindek ji kenalên ragihandina kurdî bi awayekî zelal neyartiya bîrdoza Meqdad Bedirxan dikin û rastiyên hene berevaja tomar dikin û diweşînin û dikin milkê dîrokê, bi vê rengî, careke din wek çawa neyaran dîroka me şaş û ler dikirin, ev kenal jî, heman tiştî dikin û dixwazin dîroka ku bi xwîna hezaran gênc û ciwanên kurd hatiye nivîsandin û serrastkirin, ler û çewt bikin.

Li vir ez wek rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê ku 21 salin bi bê daberan di kar û xebatên xwe yên rojnamegeriyê dirêjî pê didim û ji bo min cihê serfirazî û serbilindiyê ye, bi vê boneya salvegera 128`mîn salvegera rojnameya Kurdistan û roja rojnamegeriya kurdî daxwaz û pêşniyarên min ji hemû dezgeh û kenalên ragihandina kurdî heye; Ez bi hêvî me ku dest ji wan siyasetên bervajakirina nûçeyan û agahiyan berdin, dest ji dijayetîkirina aliyên din ku ne li gorî we bin berdin, dest ji milmilaniya ne rewa ku yekrêziya kurdî têk dide berdin. Dest ji perçekirina roja rojnamegeriya berdin. Dest ji lerkirin û çewtkirina dîrokarojnamegriya kurdî berdin. Dest ji berjewendiyên kesayetiya teng û partîtiya teng û eydolojiyên tund berdin.

Dest ji dijmantiya hevdu berdin û bila dezgehên ragihandina kurdî bibe biryargeha parastina destkeftên kurdî û parastina doza rewa ya kurdî.

Ragihandin bû ye desthilata çarê li cîhanê, lê mixabin, em kurd bi berevajayî cîhanê ne û emê bi vê rengî ziyaneke mezin bighînin doza gelê xwe. Doza kurdî ji hemû partiyan mezintir û pîroz tir e. Kurdistan wargeha me ye û doza wê gelek giranûbuhaye, pêwîste em xwedî lê derkevin û rêz li hevdu bigrin û yekrêziya kurdî bi riya dem û dezgehên ragihandinê biparêzin.

Dîsan û careke din ez 128`mîn salvegera rojnameya “Kurdistan” , ez roja pîroz û bihadar û pir bi nirx, li tevahiya rojnamevan , rewşenbîr , hemû çîn û tiwêjên gelê Kurd û Kurdistanê, bi taybetî giyanpak û canpakiya rojnamevan û wênegerên şoreşger yên li şerê azadiya welat li Rojava û Başûr û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî karwana nemiran bûne, pîroz dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê û bîr û ramanên azad bi awayekî berferehtir ji hemû kesekî pênûsdarê Kurd yên welatparêz û xemxwerê parastina doza rewa yê gelê kurd û Kurdistanê dixwaz im.

 -------------------

**Hozan Efrînî

**Sernivîserê Govara Xelatê

**Endamê Çalak yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê

**Endamê Fedresyona Rojnamegeriya Navneteweyî (IFJ)

 22/4/2026

Xelat