Dirêjtirîn pir li ser Gola Hemrînê hatiye vekirin
Pira Gola Hemrînê ku dikeve sinorê navbera başûrê Kurdistanê û Êraqê de hate vekirin.
Li gorî malpera PUKMEDIA dirêjahiya pira Gola Hemrînê nêzîkî 8 kîlo metreye û di warê îdarî ve dikeve ser parêzgeha Diyale ya Êraqê ku bi awayekî demkî di niha de hatiye vekirin ji bo hatinûçûna otomobîlan û hêsankariya derbasbûna welatiyan li ser pirê.
Her weha pira li ser gola Hemrînê ji bo karê bazirganî di navbera bajarên naverast û başûra Êraqê digel Herêma Kurdistanê û deriyê sinorî yê Munziriyeyê hatiye vekirin.


Xelat
