Hevdîtinên Çandî yên Wanê li Stenbolê birêveçû

Li Stenbolê di roja sêyemîn a 3. Hevdîtinên Çandî yên Wanê de, îro li standa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji 700 kesan re Rişte hat pêşkeşkirin.
Hevdîtinên Çandî yên Wanê ku li qada Yenîkapiya Stenbolê hat lidarxistin, di roja sêyemîn de bi çalakiyên curbecur berdewam dike. Standa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bala beşdaran dikişîne.
Di hevdîtinên îsal de, li standa Şaredariya Bajarê Mezin ji 700 kesan re xwarina kurdewarî (Rişte) ku xwarineke herêmî ya Wanê ye li ser welatiyan hat belavkirin.
Li standa ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çandî û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye avakirin, xwarinên herêmî û dewlemendiyên çandî û hunerî yên bajêr ji hemwelatiyan re tên naskirin.
Çalakî bi konseran berdewam dike.
XELAT/ Malpera Şardaeriya Wanê