YNK di rojbûna xwe de ‘’ Sekoya Kurmanci’’ diyarî gelê Kurd kir

YNK di rojbûna xwe de ‘’ Sekoya Kurmanci’’ diyarî gelê Kurd kir

Rojnemavan,zimanzan rêzdar Hozan Efrînî  ragihand:’’ Di salvegera 48’min Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ,Mekteba Ragihandina YNKê diyariyek pêşkêşî gelê Kurd kir ewayê ku bi  zaravayê Kurmancî diaxivin, ev kar û xebata di bin çetira ‘’ Platforma Mediyaya  Kurmancî ‘’ de wê pêşbikeve. 
Di vê Pilarformê de hemû Mîdyakarê zaravayê Kurmancî wê cih bigirin bo alîkariya PUKMEDIA ,Radio Galî Kurdistan û Galî Kurdistan TV û kak Stran Ebdûlah berpirsê Dezgeha Ragihandina YNKê ji bo pêşxistina Kurmancî wekû asudiya ruhê Serok Mam Celal ku xebata Netewî Kurd û Kurdista gihand bû astekî bilind li hemû beşê Kurdistan.Hozan Efrînî da zanîn
Pêş çend hefteyekî  birêz Hozan Efrînî berpirsê beşa Kurmancî PUKMEDIA  li gel berpirsê mekteba ragihandina YNKê rêzdar kak Stran Abdulla  derbarê projeyeke girîng a zeraveya Kurmancî ji bo dewlemendkirina çand û ferhenga kurdî-kurmancî ku hemû kurdên me ên kurmanc li her deverên Kurdistan û cîhanê li xwe digre.
Ev projeya ji bo vejandina zeravaya kurmancî û girîngpêdana wê ji aliyê çand û fergengê ve ku bi awayekî pir çalak ku hemû rewşenbîr û  nivîskaran li xwe bigre taku cîhan jî li rewşa kûltura me ji nêzîk ve nas bike.
Tê wê wateyê ku ev projeya ya çandî û ferhengî û rewşenbîrî ye ku wê bibe dengê hemû kesên xwedî zeraveya kurmancî li Kurdistan û li cîhanê .

Di vê lînkê de guhdarî bikin: