Rojeva nu- Li Sûriye Êrişên li dijî xiristiyanan
Xeleka vê carê ya Rojeva Nû ku roja 28/3/2026`an bi mêvandariya her yek li Şivanê Dêra Anababtayîs li Silêmanî Hesen Ehmed û Serokê Mafên Mirovan Li Efrîn- Sûriye Îbrahîm Şêxo ji bajarê Qamişlo birêveçû.
Di rojên dawî de li Sûriyê çend rûdanên êrîşên li dijî pêkhata xiristiyanan hatin encamdan û di vê derbarê de Şivanê Dêra Anababtayîs li Silêmanî Hesen Ehmed axivî û got; desthilata nû ya sûriyê bi navên cuda cuda êrîşî kurdan û Durziyan û Elewiyan kirin vê carê jî êrîşî xiristiyanan kirin.
Ji aliyê xwe ve jî Serokê Mafên Mirovan Li Efrîn- Sûriye Îbrahîm Şêxo bal kişand ser bipêkirinên li dijî mafên mirovan li sûriyê ragihand ku binpêkirin gelekî zêde bûne li dijî pêkhateyên olî û netewî yên Sûriyê.
Bernama (Rojeva Nu), hemû rojên Şemiyê di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê de ji aliyê rojnamevan û bêjer Hozan Efrînî û Melek Alam ve tê pêşkêş kirin.
Xelat
