ROJAVA- Di Sûriya nû de giringiya yekrêziya kurdî

Rewşenbîr û dostê rewanşad serok Mam Celal Talebanî (Selahê Mûsê) ku bi xwe ji Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanya dimîne got; Rewanşad Serok Mam Celal kesayetiyekî Kurdistanî ya rojhilatê navîn bû, siyasetmedarekî bi nirx û rola wî gelekî giring bû di avakirina Herêma Kurdistanê de lê mixabin zû çû, ger niha Mam Celal hebûya ez bawer dikim di vê demê de jî wê karîba rola xwe berdewam bikira ji bo Rojavayê Kurdistanê, lê mixabin zû ji nav me barkir lê raman û hizir û henek û kenê wî hemû di xewn û xeyalê me de zindiye.
Li ser pirsa Hozan Efrînî ku gelo ew siyaseta ku niha pêwîste ji bo Rojavayê Kurdistanê di warê dîplomasî û yekrêziya gelê Kurd de li gorî rastiya ramanên mam Celal hûn çawa dibînin?
Rewşenbîr Selahê Mûsê ku xebateke xwe ya demdirêj ji bo kurdayetiyê heye axivî û got: Xewna rewanşad Mam Celal wek xewnên her kurdekî bûn yanî bi dîtina wî gelê Kurd li Rojhilata Navîn divê bighêja serxwebûna xwe. Kilama ku Mam Celal jê hez dikir ku tê bîra min kilama (Kurdistanê Kurdistan baxçê gulan, tu mayî li bin destan…. ) helbesta Şivan Perwer bû. Xewna rewanşad Mam Celal Kurdistaneke Serbixwe bû. Eger Mam Celal hebûye wê rolekî gelekî pozetîv bilîsta ku Rojavayê Kurdistanê di bin çetireke netewî de bi yek deng û yek xwestek ku digel Şamê biketa danûstandinan de.
Selahê Mûsê diyar jî kir ku di vê demê de ji her demî zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekdengî û yekrêziyê heye.
Rewşenbîrê Kurd Selahê Mûsê roja çarşemê 12/2/2025 bû mîvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê. Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
Ji bo guhdarîkirina tevahî hevpeyvînê li vîdyoyê guhdarî bike….
XELAT