ŞEVA TERÎ

ŞEVA TERÎ

Helbest: Siltana Memê

ŞEVA TERÎ

Şeva terî, kerr û lale, min dinhêre,

Vebû derî, bîranînên berbihêre.

Sal û zeman li me firîn bê feyde ye,

Çima keman dikewgire, ne qeyde ye.

Şeva terî dorpêç kirim mohbetê da,

Dil digirî, dilîlîne hemêzê da.

Ax hesrete, bê zar-ziman hest dikoje,

Ax nefrete, dil û hinav min disoje.

Verêsînim, navbera me kul û derde,

Binvîsînim, eşqa dila, pênûs merde.

Hîvero me, seva dirêj, bême xewne,

Neke lome, evîndarim evîn tevne.

Perê şevê - azaya min dilbirîne,

Rondik çevê reş dirêjin, kes nabîne.

Xewna min, te - zor û zulma cîhanê ye,

Siba min, te - pişt hidûdê jîyanê ye.

Dest min bigir, hişyarbe wê xewna kûre,

Sebrê vegir hîvero yê, ji te dûre.

24.05.2024.

XELAT