Li Qehwexaneya Camus li Bonnê
Helbestvan: Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)
Ez û hevalê xwe helbestvanê Siwêsirî
Rolf Doppenberg derbasî qehwexaneyê Camus bûn,
qehwexaneya ku dilê taxa bajarê Bonnê ya kevin, bi ronahiyê dixemilîne.
Qehwexaneyê, "Efsaneya Sîsîfos" anî bîra min,
min di ber xwe got: Ez Sîsîfos im!
Zinarekî gewre li ser pişta min e û nervîna min ew e
ku hilkişim jor û dakevim jêr, ey Albert!
"Bela" hat bîra min,
belaya zordariyê, rojane gelê min dikuje, ey Albert!
" Kalîgula" hat bîra min,
pir xemgîn bûn!
Çar Kaligulayên xwînmij welatê min dagir kirine, ey Albert!
"Xerîb" hat bîra min,
ez li her derê xerîb im, ey Albert!
Li ber maseya gilover, ez di nava xeyalan de difiriyam
û hevalê min î helbestvan li ser rewşa nivîsandinê
û li ser xem, bar û êşên wê diaxifî.
Tûrikekî paçî li ser rûyê dîwêr ve hatibû daliqandin,
li ser "Shakespeare and Company" hatibû nivîsandin.
Wî tûrikî, ji nişkêve, ez birim Parîsê.
Beriya çend salan ez û helbestvanekî ji Kolombiyayê
li Taxa Latînî ji xwe re digeriyan.
Me berê xwe da wê pirtûkxaneya kevnar
ya ku rû bi rû bi ketedrala "Notre Dame" re dikeniya.
Min jê, helbesta "Howl" ya Allen Ginsberg
û du wêneyên reş û spî, yek jê yê Jack Kerouac bû
û yê din jî yê helbestvanekî dîn ku bi navê Rimbaud bû,
"The man with the wind at his heels", kirî.
Min li quncikê herî jor li baniya qehwexanê nêhêrî
Min dît ku Louis Armstrong festîvaleke muzîkê lidardixe
û bi xwe jî, bi gulmên zêrîn, pif tirompêta xwe ya xwedayî dike,
tirompêta ku di nav tiliyên wî de dibe baskên perperîkan û ronahiya firişteyan!
Di pê re, wî bi coşeke mezin sê stranên xwe yên herî xweş ji me re stran:
"Çi Cîhanek Xweş e" (What a Wonderful World).
Piştî çepikên dirêj, wî ji me re
"Demeke dûr û dirêj derbas bû"
(It's been a long, long time) stra
û wiha bi dengkekî xweş û zelal berdewam kir û got:
"Carekê, du caran, û careke din min maç bike, yarê".
Festîvala xwe bi strana "Maçekî, li ser xewnekê ava dikim"
(A Kiss to build a Dream On) bi dawî kir.
Li tenişta maseya paşîn, stranbêja Cazê ya gewra
Billie Holiday, strana "Xanimek Bluesê distirê" distira
(Lady Sings the Blues) û di piştre serrast strana
"Mêweyek Xerîb" (Strange Fruit) ya ku tije hêrs, êş û serhildan, stra.
Min di nabera xwe û xwe de pirs kir û got:
Ma gelo strangbêja gewre bi xwezayî mir yan hate kuştin?
Xemgîniyek xerîb weke "Mêweyek Xerîb" xwe li min aland û hinava min dagir kir!
Li jorî stranbêjê gewre, saksofonîstê zîrek û jêhatî
Charlie Parker "Yardbird", bi amûra xwe re mijûl bûbû
û amedeya xwe ji şahiyeke awerte,
ji bo rûmeta vê jiyana ku roj bi roj ber bi têkçûnê ve diçe, dikir.
Di rêzekê de, li kêleka Camus, min dît ku Kafka wek avahiya bîranînê
li ser gorên hemû şikestiyên cîhanê, radiweste
û bi çavên bêalî, bextên weke bextê Gregor Samsa, anî bîra min.
Em tev di vê şahiya maskekirî ya ku bi navê cîhan tê naskirin de, bûne Gregor Samsa!
Lê em newêrin di neynikê de li xwe binêrin.
Lê çawa Toni Morrison ji Ohio gihîşt vir
û di navbera Kafka û Beckett de bi cih bû?
Bersiv yekser ji wê de hat û got:
Ez hatim da ku ji te re li ser “Çavê herî şîn” (The Bluest Eye) bipeyivim
û we bi "Sirûda Silêman" (Song of Solomon) hembêz bikim.
Di pê re bi xemgînî ji min re got: Ey Kurdo, tu ji me hemûyan reşiktir e!
Ez têgihiştim mabesta wê
Min bi du hêsiran, serê wê meç kir û xatir jê xwest.
Li tenişta T. Morrison, Samuel Beckett bi rûyekî tal,
weke ku ji şanoyeke ji şanoyên xwe yên "Dijrast" derketibe, xuya dikir!
Ew bêkêr li benda hatina "Godot" bû, "Godotê" ku tu carî hizir nake ku bê!
Ev çi bêhêvîbûn e? Ev çi dilşikestin e, hevalê Samuel?
Li ser pirtûkxaneyeke biçûk ronahiyek bi nazdarî derdibû û diherikî.
Min dît ku hevalê min î helbestvan di nav peyvan re ber bi aliyê ronahiyê ve dinêre.
Ew ronahiya Marilyn Monroe bû!
Wê, em û tevahiya jiyanê bi ronahiya xwe ronî dikirin!
Di pê re, bedewtirîn kezîzera cîhanê diçû, derbasî tenahiya xwe dibû,
cixareya xwe vêdixist û di tariyê de çirûskên jiyana xwe dinivîsandin.
Di pencereyê re, Frida Kahlo bi dizî li me dinêrî!
Bi lez û bê rihetî, wê her tişt bi rengên xwe avdidan û wêneyên bi sosret çêdikirin.
Bilez, bilez wêneyên xwe çêdikirin!
Nizanim ger wê zanîbû yan nizanibû ku di tevahiya jiyana xwe ya kin de,
tenê êşên laşê xwe yê zirav, birînên giyanê xwe yên ku nayên dermankirin
û tengasiyên xwe yên di vê hebûnê de, çêdikirin.
Min jê pirs kir: Frida, çima tu ewqas bilez û bez wêneyên xwe çêdikî?
Wê bersiv da û got: 1-Morfîn!
2-Hest dikim ku barkiria min pir nêzîk bûye!
Lê Salvador Dali, ji pencereya din bi çavnebarî li Frida Kahlo dinêrî
û dest bi wêneçêkirinê dikir.
Wî herdu helbestvan wek du hespên rewan çê kirin,
xizmetkara qehwexaneyê weke "Leda Atomica" çêkir,
mêvanên qehwexaneyê weke tîrêjin rokê ku ji hêgekê derketibin çêkirin,
xwediyê qehwexaneyê bi simbêleke ku wek ya xwe çêkir
û qehwexane jî weke otobusekê ku li ser rêya xewn û sawîran be çêkir
û kela dînbûna xwe têr û tije kir.
Li dawiyê, me peyv, kaxiz û pirtûkên xwe pêçandin û rabûn,
lê min nizanî ku em weke du hespan yan jî weke du helbestvanên rewan rabûn!
Em ji qehwexaneyê derketin.
Li ber derî, semakereke balêtê ku weke qulingeke spî,
xwe ji me re bi nazdarî hejand û li ser tiliyên ligên xwe cû û hat.
Me spasiya wê kir, û her yek ji me bi riya xewnên xwe
û xewnên helbestên xwe ve cû.
Bonn, çile 2022
Xelat
