Şikefta Dilê Min
Helbest: Karîna Osêyan
Şikefta Dilê Min
Di nav şikefta dilê min
Gul û çîçek vedibin
Bi hev û hez roj diçe ava
Şewqa nûrê nedîr vedide
Bayê tofanê û birûskê
Lez û bez tên ber bi min
Lê dilê min dilsoz e
Ji bah û bahozan natirse
Xaniya min şên û ava ye
Lê dinya xik û xalî
Çi ji min re ne emrê hanî
Li wir tune ye tifaqî.
Dilê min, şikefta ronahî
Her êş bû çavkaniya jiyanê
Ez ji tofanan re mezin bûm
Û bi nûrê xwe hîn dijîm
Piştî salên bêdeng û dirêj
Li ser dilê min baran barî
Û dîsa helbest afirî
Û dilê min hîn jî bi hêvî lêdide
Di nav şikefta dilê min
Hîn jî gul û çîçek vedibin
Bi hêdî û bêdeng roj diçe ava
Şewqa nûrê nerm vedide
Bayê tofanê û birûskê
Tê û diçe, bê deng û şer
Lê dilê min êdî aram e
Ne ditirse, ne dihejîne
Xaniya min hîn şên û ava ye
Lê dinya êdî wek mal e
Çi ku hat, hat bi hikmet
Dilê min qebûl kir, bi tifaqî.
Dilê min, şikefta ronahî
Her êş bû çavkaniya jîyanê
Ez ji tofanan re mezin bûm
Û bi nûra Xwedê bi aramî dijîm.
9/04/2000s
9/04/2026 s
Xelat
